HDP'ê beyannameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir
Beyannameya Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji aliyê Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ve li Navenda Çandê ya Mûstafa Kemal bi civînekê hat aşkerakirin.
Beyannameya Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji aliyê Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ve li Navenda Çandê ya Mûstafa Kemal bi civînekê hat aşkerakirin.
Beyannameya Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji aliyê Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ve li Navenda Çandê ya Mûstafa Kemal bi civînekê hat aşkerakirin.
Serenavên di beyannameyê de derketin pêş bi vî rengî ne: "Em jin in, Em ciwan in, Em keskesor in, Em zarok in, Em yên ji demokrasiyê bawer dikin e, Em parêzvanên mafên mirovan e, Em ên ji her nasnameyê ne, Em ên cîhaneke azad diparêzin, Em parêzvanên xwezayê ne, Em ên aboriyeke jiyana ewle ava bikin e, Em karker kedkar in, Em garantiya mafên civakî ne."
'EM JIYANA NÛ BI HEV RE AVA BIKIN'
Di beyannameya ji aliyê Hevserokan Demîrtaş û Yuksekdag ve hat xwendin de hat destnîşankirin ku yên nikarin li hemberî binpêkirina civak û mirovan a di bin zordariya sermaye û desthilatdariya siyasî de li ber xwe bidin, nikarin xwe bigihînin demokrasiyê û hat gotin, "Ji bo avakirina jiyaneke ku mercên jiyanê û hebûna her hêmana civakê ji aliyê tevahiya civakê ve tê ewlekirin, pêwîstiya me bi demokrastiya rasteqîn heye."
Di dewama beyannameyê de hat gotin, "Em li ber rojên ku guman li ser roja îro û tirsa li ser sibe nîne dijîn. Di rêya avakirina 'Jiyana Nû' de em bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê dikin ku li nava refên HDP'ê bicivin, bibin yek û HDP'ê mezin bikin."
Di beyannameyê de ev serenav hatin destnîşankirin:
DEMOKRASÎ
"HDP, têkoşîna siyasî, çandî, aborî û civakî ya hemû gel, karker, kedkar, jin, ciwan û hemû komên baweriyan ên heta roja îro hatine dayîn weke têkoşîn û daneheviya xwe dibîne.
Partiya me li hemberî wesayeta leşkerî-burokrasiya sivîl, rêxistinbûyîna siyasî/îdarî ya otorîter û navendîperestiya tund, qanûnên antî demokratîk ên di bin navê hiqûqê û hêza wezîfedaran ve hatine destnîşankirin, saziyên van bicih tînin, terikandina rêveberî û xizmetên herêmî ji bazarê re û li hemberî wesayeta navendî ya li ser rêveberiyên herêmî têdikoş e. HDP, demokrasiyê bi tenê bi meclîsa temsîlî bi sînor nabîne."
"Ji bo dawî li wesayeta rêveberiya navendî ya li ser rêveberiyên herêmî, ji bo bicihanîna modelên xweseriyê yên pêwîstiya gelan pê heye û derfetên ji bo rêveberiyên herêmî, wê gavên pêwîst werin avêtin. Ji bo hemû gel tevlî pêvajoyên rêveberî û biryardayînê bibin, wê Xweseriya Demokratîk bicih bîne.
Em ê sîstema parlamenter demokratîk bikin û bi desthilatdariya partiyên ji sîstema hevserokatiyê re em ê sîstema hevserokatiyê bixin meriyetê."
"Perwerdeya bi zimanê dayikê, wê weke mafekî bê dîtin ku her kes karibe weke mafekî cemaweriyê bibîne. Di hemû qonaxên perwerdeyê de tevî hînkirina zimanê fermî Tirkî, wê derfet were afirandin ku perwerdeya bi zimanê dayikê weke xizmeteke cemaweriyê bê dayîn."
"Astengiyên li pêşiya mafê meş û xwepêşandanan wê werin rakirin, hemû çalakiyên ji bo lêgerîna li maf, rewa werin dîtin."
DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK
"Tirkiye, di tevahiya dîroka Komarê de êşa bêparmayîna ji destûra bingehîn a demokratîk, dijî. Feraseta 'yek milet-yek mezheb' ku mora xwe li hemû pêvajoyên dîrokî xist, hînê serdest e. Tirkye ne mehkûmî destûra bingehîn a darbeya leşkerî ye, ku hemû gelên bindest, çîn, zayend, bawerî û zimanan tine dihesibîne û destûra talankirina xwezayê dide.
HDP wê pêwîstiya bi 'Peymana civakî' ya nû ya li gorî rewşa piralî û pirengî ya Tirkiyeyê, li gorî pir nasnameyî, pir çandî, pir bawerî û pir zimanî, weke wezîfeyeke bingehîn a polîtîk deyne pêşiya xwe.
HDP, ji bo çêkirina destûra bingehîn a dmeokratîk, ekolojîk, civakî, azadîparêziya zayendî û wekhev, wê bi hemû hêza xwe bixebite."
"HDP wê qebûl neke ku 'Sîstema Serokatiyê' ya li dij e, weke şertê bingehîn ê guhertina destûra bingehîn were pêşkêşkirin. HDP wê rê nede sîstema Serokatiyê."
PARTIYÊN SIYASÎ Û QANÛNA HILBIJARTINÊ
"Qanûna Partiyên Siyasî wê were demokratîkkirin, sererastkirin werin kirin ku gel, hilbijêr û endam karibin yekser tevlî biryardayînê bibin. Endametiya li partiyan û derketina ji partiyan wê were hêsankirin.
Benda hilbijartinê wê were rakirin, wê rê were vekirin ku her partî li gorî rêjeya deng bi dest xistiye li Meclîsê bê temsîlkirin.
Bi kotaya zayendî re wê di qedemeyên temsîliyeta di rêveberiyê de heta wekhevî pêk were, cihêkariya pozîtîf were kirin. Sîstema hevserokatiyê wê di nav apartiyên siyasî, rêveberiya îdarî, siyasî, civakî û jiyana çandî de li hemû qedemeyan were qanûnîkirin.
Alîkariya ji xezîneyê ya ji bo partiyên siyasî wê li gorî têrkeriya partiyên siyasî ya beşdariya li hilbijartinan û dengên di hilbijartinê de bi dest xistiye were belavkirin.
Mafê destlêdana parlamenteran wê were rakirin, di çarçoveya azadiya ramanê de wê destlênedana kursiyê were parastin.
Maeşên parlamenteran wê 4 salan neyê zêdekirin û sererastkirinên ji ber xwe ve maeş zêde dikin, werin betalkirin."
REFORMA DADGERIYÊ
"Ji bo edalet bi lezgînî, bê alî, serbixwe û ji wijdanê cemaweriyê û takekesan re bibe bersiv bicih bê anîn, sîstema dadgeriyê wê ji nû ve were sererastkirin. Ji bo serxwebûn, bêalîbûn û demokratîkbûyîan dadgeriyê sererastkirinên qanûnî yên pêwîst wê werin kirin."
AZADIYA ÇAPEMENÎ Û RAGIHANDINÊ
"HDP, wê astengiya azadiya girtina agahiyan a civakê ya ji ber têkiliyên siyaset û bazirganiyê, bi rêya medyayê îstîsmarkriina welatiyan ji holê rake. Wê destûr neyê dayîn ku xwediyên saziyên medyayê di sektorên din de bixebitin."
XWESERIYA DEMOKRATÎK Û DEMOKRASIYA HERÊMÎ
"Xweseriya Demokratîk modeleke ku derfetan diafirîne ji bo hemû gel bi cihêrengiya xwe re li gel hev bi awayekî azad û di nava yekîtiya ji dil de bijîn.
HDP wê sererastkirinên ku feraseta rêveberiyên herêmî yên demokratîk weke pîvan qebûl dike, bixe meriyetê, zemîna rêveberiyeke demokratîk a Tirkiyeyê ku derfetê dide rêveberiya xwe bi xwe ya hemû gelan ava bike.
HDP wê di rêveberiyê de ne navendîparêziyê, demokrasiya herêmî esas bigire, ji bo tevahiya Tirkiyeyê modela rêveberiya li cih biparêze.
Xweseriya demokratîk di çareserkirina pirsgirêka Kurd, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, pêkhatina aştiya civakî û di yekîtiya dilxwaz a bi hev re û azad a gelan de roleke girîng bilîze."
"Ji bo wesayeta navendê ya li ser herêmê ji holê were rakirin wê gav werin avêtin."
"Walî jî di nav de ji bo hemû rêveberên herêmî bi hilbijartinê dest bi kar bikin, wê sererastkirinên qanûnî û rêveberî bên kirin.
Di bikaranîna çavkaniyên herêmî de wê erka rêveberiyên herêmî were zêdekirin."
PIRSGIRÊKA KURD Û PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ
"Ji damezrandina komarê û vir ve, red û înkara li ser mafên demokratîk ên bingehîn û hebûna kolektîf a gelê Kurd, polîtîkayên asîmîlasyonê yên rêk û pêk, bingeha polîtîk a pirsgirêka Kurd in.
Ji bo pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên demokrasiyê yên Tirkiyeyê destpê kiriye derbasî qonaxa muzakereyê bibe, hewldanên mezin tên dayîn.
HDP, 10 xalên di Lihevkirina Dolmabahçeyê de weke qonaxeke vê pêvajoyê hatin aşkerakirin,weke çarçoveya pîvanî ya çareseriyê qebûl dike."
"HDP, ji bo hemû nasname û çandên gelan bi destûra bingehîn werin ewlekirin, bi hev re bijîn û aştiyê mayînde bike, wê bixebite."
"Partiya me di her şert û mercî de wê çareseriya bê çek û siyaseta demokratîk biparêze."
POLÎTÎKAYA DERVE
"HDP, di serî de ji bo Rojhilata Navîn ji bo hemû gelên cîhanê pêşeroja xwe ya siyasî bi awayekî azad diyar bikin û gel xwe bi xwe bi rêve bibin, wê ji bo bicihanîna feraseta rêveberiyeke demokratîk, wekhevî û azadîparêz bixebite."
"Li hemberî sînorên sûnî yên gel û ked ji hev qut kirine, wê bi gelên cîhanê re, bi hemû derdorên alîgirê ked, azadî û demokrasiye re têkiliyê deyne."
MAFÊN MIROVAN
GIRTÎGEH
"Li şûna ku li ku dibe bila bibe mafê jiyanê yê her kesî di bin garantiya dewletê dey, girtiyên siyasî li girtîgehên dewletê li dû hev jiyana xwe ji dest didin.
Zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî yên li girtîgehan mîna "rehîmeyan" tên dîtin."
"Girtiyên nexweş wê tavilê serbest werin bedan, ji bo li derve werin tedawîkirin wê raporên ji nexweşxaneyên xwedî derfetan wergirtî, têrê bike.
Wê dawî li tecrîda li girtîgehan, astengkirina mafên bingehîn û zextên îdareyê were anîn.
Ji bilî sûcê nefretê û sûcên li hemberî mirovahiyê, wê ti kes ji ber nêrîn û çalakiyên xwe yên polîtîk neyên sûcdarkirin, "sûcên polîtîk" ji kategoriya sûcan were derxistin.
Girtîgehên zarok lê tên ragirtin, wê werin girtin. Ji bo zarokên tevlî sûc bûne wê navendên perwerde û destekkirinê werin vekirin. Girtîgeh wê ji kontrola sivîl re bê vekirin."
RÛBIRÛBÛNA BI PAŞEROJ Û HEQÎQETAN RE
"HDP, ji bo ronîkirina qirkirin, komkujî, înfaz, windahî û pêkanînên weke van, wê bikeve nava hewldanan ku 'Komîsyonên Heqîqetê' werina vakirin. Komîsyonên Heqîqetan wê bibin platformên rûbirûbûna paşerojê."
KOÇBERIYA BI ZORÊ
"Ji ber koçberiya bi zorê, wê hemû mal û milkên ji aliyê dewletê yan jî kesên li herêmê ve hatine dagirkirin, radestî xwediyê wan bê kirin.
Ji bo yên dixwazin li gundên xwe vegerin, wê xebatên çêkirin û avakirina binesaziyê werin meşandin."
"Wê bendav û projeyên HES'ê yên bi armanca ewlekariyê tên kirin, bên sekinan."
SÎSTEMA CERDEVANIYÊ WÊ WERE RAKIRIN
"Sîstema cerdevaniyê wê ji holê were rakirin û yên sûc kirine werin darizandin. Milkên ku van koman dest danîne ser wan, wê ji xwediyê wan re bên teslîmkirin û zerara ku van koman dane derdorê, wê werin tazmînkirin."
MAFÊ REDA WIJDANÎ
"Li gorî peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê mor kiriye û biryarên DMME, divê mafê reda wijdanî bibe qanûn. HDP wê mafê redkirina leşkeriyê yê ciwanên naxwazin rahêjin çekê û li dijî mîlîtarîzmê ne, ewle bike."
SÛCÊ NEFRETÊ
HDP wê li dij derkeve ku mirov bi gotinên nefretê werin morkirin û li dijî sûcê nefretê derkeve. Ji bo sûcê nefretê bê cezakirin, wê bixebite."
WEKHEVIYA JI BO GELAN, AZADIYA JI BO BAWERIYAN
HDP, bêyî cihêkariya ol, mezhebî û nêrîna cuda ya felsefî, mafê bilêvkirinê yê hemû gel û baweriyan bi awayekî azad, diparêze. Vê yekê jî di nava hiqûqa welatîbûna wekhev û azad de weke pîvaneke bingehîn qebûl dike. HDP feraset xwe ya laîk a azadîparêz, bi biryardarî diparêze."
JIN, EM XEYAL BIKIN JI BER KU EM DIKARIN XEYALÊN XWE BICIH BÎNIN
"Ji bo jinan em xeyala Tirkiyeyekê bikin. Em xeyal bikin, ji ber ku em dikarin xeyalên xwe bicih bînin. Weke jin, em nîvê cîhanê ne. Em ê bi hev re têbikoş in û jiyana nû ya em xeyala wê dikin, ava bikin."
CIWAN WÊ JIYANA NÛ BI RÊXISTIN BIKIN
"Bi têkoşîna ciwanan re banga jiyana nû mezin dibe. Îsyan, zimanê nû yê siyasî, çanda siyasî ya demokratîk, helwesta azadîparêz ên ciwanan, xwedî wê potansiyelê ne ku siyaseta e ya jiyana nû bikin alternatîfeke rasteqîn û jiyana nû bi rêxistin bikin."
ZANÎNGEH
Partiya me wê, nêrînên azad, hilberîna akademîk û xebatên zanistî yên bi kêrî xweza û mirovan tê zêde bike. Wê rêxistinbûyîna demokratîk û azad a zanîngehan, xweseriya îdarî, hîndekarî û perwerdeyê ya zanîngehan bixe meriyetê. Li şûna YOK'ê wê desteyeke koordînasyonê ya têkiliya di navbera zanîngehan de bicih tîne, were avakirin."
MAFÊ JIYANA BI RÛMET, AZAD Û WEKHEV A LGBTÎ
Partiya me, li hemberî sîstema li ser heteroseksîzm a nasnameyên cuda yên zayenî ji nedîtî ve tê û înkar dike ava bûye, wê zext û cihêkariya li nasnameyên zayendî yên cuda rake û derfetê pêşkêşî LGBTÎ bike ku jiyaneke bi rûmet û wekhev bijîn."
ABORÎ
BI HDP'Ê RE JIYANA EWLE
HDP wê polîtîkayên aboriyê yên piştevanî, biryarên wê bi vîna gel tên girtin, bersivê dide pêwîstiyên civakî û parastina ekosîstemê esas digire, bixe meriyetê.
HDP wê bi civakê re Aboriya Ewle ya ekolojîk, wekheviya zayendî, parvekar û wekhev ava bike. Karê destpêkê yê aboriya ewle wê mezinbûneke baş be."
EKOLOJÎ
"HDP, li dijî talankirina çand, xweza û ruhberên xwezayê ji aliyê kapîtalîzmê ve, parastina ekosîstemê ji xwe re weke pîvan dibîne."
MAFÊN HEYWANAN
"HDP, mafê hemû zindî û ruhberan diparêze.
Wê nehêle ku heywan ji bo tecrûbeyên bazirganî werin bikaranîn."
JIYANA KAR
"HDP, karekî ewle yê hêjayî mirovan e û pêşerojeke ewle weke mafê her karkerî dibîne. Wê dawî li xebata ne ewle bîne."
SÎSTEMA TAŞERONIYÊ WÊ WERE RAKIRIN
"Sîstema taşeroniyê wê qedeme bi qedeme ji holê bê rakirin."
KARKERÊN DEMSALÎ
"Azadiya rêxistinbûyînê ya karkerên çandiniyê wê were ewlekirin."
"Mijarên weke ragihandin, stargeh, xwarin, ava paqij, tiwalet, heqdest, saetên kar, ewlekariya kar, tenduristî, ewlekariya civakî, perwerdeya zarokan bi peymanan werin destnîşankirin."
"Wê dawî li cihêkariya li karkerên koçber tên kirin were anîn."
WÊ PÊLÎ LI MIRINÊN LI KANAN BÊ GIRTIN
Li madenan heta ku tedbîrên ji bo ewlekarî û tenduristiya karkeran were girtin, wê hilberîn bê sekinandin. Heta mercên hilberîna ewle werin avakirin, wê heqdestê karkeran ji aliyê karsazan ve were dayîn."
"Wê destûr ji karkeriya zarokan re neyê dayîn, ji bo pêşîgirtina li vê tedbîr werin girtin."
POLÎTÎKAYA HEQDESTAN A LI ALIYÊ KEDÊ
"Di destpêkê de heqdestê herî kêm wê bi zelalî 1.800 TL be û ji vê yekê bac neyê qutkirin."
KEDA JINÊ
"Em tên ku dabeşkirina kar a zayendîperest hilweşînin. Em ê jiyana civakî jin, mêr bi hev re di nava şert û mercên wekhev de ava bikin, jinê xurt bikin."
MAFÊ SENDÎKAYÎ Û AZADÎ
"Mafê rêxistinbûyîna sendîkayî ya peymana giştî û grevê yê karker û her kesên têkiliya xwe bi karê heye (bêkar, kedkar, xwendekar, cotkar, xebatkarên li malê, karkêrn malê yên xwedî mehane yan jî bê heqdest) bên ewlekirin."
NE ALÎKARIYA CIVAKÎ, MAFÊ CIVAKÎ
"Ji bo hemû welatiyan garantîkirina hemû mafên jiyanê yên bingehîn ji aliyê dewletê ve, wê bibe mafek. Alîkariyên civakî wê êdî ne xêreke desthilatdariyê be, wê polîtîkayeke civakî ya li ser bingeha mafê welatiyan, rêveberiyên herêmî vê wezîfeyê bicih bînin."
ASTENGDAR WÊ WERIN DESTEKKIRIN
"Wezareta Rakirina Astengiyan wê bê avakirin û hemû astengiyên tevlîbûna jiyana civakî ya welatiyên me yên astengdar, ji holê bên rakirin. Ev Wezaret wê di çarçoveya pêşniyarên konseyek ji rêxistinên astengdaran bixebite.
Ji bo mehane ji welatiyên me yên extiyar û astengdar re bê dayîn, wê şertê hatineyê neyê xwestin û heqê lênêrîna li wan a li malê bê zêdekirin."
KOÇBER WÊ BI NÊZÎKATIYEKE ÎNSANÎ WERIN PÊŞWAZÎKIRIN
"Mafê jiyanê û kar mafê herî bingehîn ê însanî ye. Ji ber vê yekê, beriya her tiştî wê statuya penaberiyê bê guhertin û şerha 'sînorên cografî' ya li Peymana Cenevreyê hatiye danîn, bê rakirin.
Feraseteke ku karkerên koçber weke welatiyên xwe dibîne, wê esas were girtin.
Ji bo koçberan wê rêyên ragihandinê yên ewle werin avakirin, qadên ewle yên bicihbûnê bên avakirin, ji bo penaberan korîdorên însanî bên vekirin û kar û barên vîzeyê werin hêsanîkirin.
Ji bo pêşî li gotinên nefret û nîjadperestiyê yên li hemberî koçber û penaberan were girtin, wê polîtîkayên pêwîst werin destnîşankirin."
TEQAWÎT
"Di nava teqawîtan de mehaneya herî kêm wê bi qasî maeşê herî kêm be. Yanî 1.800 TL be."
MAFÊN ZAROKAN WÊ WERIN PARASTIN
"Li herêman wê bi şaredariyan ve girêdayî 'Komîsyonên Nirxandin û Şopandina Mafên Zarokan' werin avakirin û ji bo zarokan çavkaniyên têrker werin veqetandin.
Hemû qanûnên der heqê zarokan de wê di ber çavan re werin derbaskirin û li gorî mafên zarokan bên sererastkirin."
PERWERDE
"Perwerde, weke xizmeteke cemaweriyê wê bê pere were dayîn.
"Sîstema perwerdeyê wê azadîparêz be, xwedî naveroka laîk û zanistî be û li ser bingeha zimanê dayikê bi pirzimanî were dayîn."
TENDURISTÎ MAF E
"Tenduristî mafeke. HDP li dij derdikeve ku xizmeta tenduristiyê weke navgîneke desthilatdariyê li hemberî takekes û civakê tê bikaranîn. Divê zimeta tenduristiyê bê pere be û bersivê bide pêwîstiyên civakê."
ÇAND Û HUNER
"HDP hebûna xwe di nava têkoşîna azadiyê ya çand, huner û hunermendiyê de pênase dike. Qîmeteke taybet dide çanda mûxalîf a li hemberî 'çand' û 'hunera' bi destê dewletê derdikevin."
"Di bin sîwana Wezareta Çandê de wê Meclîsa Hunerê ya Tirkiyeyê were avakirin."
SPOR
"Wê navend û qadên sporê yên ku gel dikare xwe bi hêsanî bigihîne, bê avakirin.
Federasyonên ku sporê bi rêve dibin, wê demokratîk bibin û bibin xwedî xweseriyeek rasteqîn."