HDP: Dozgerên daraza bilind nehiqûqî asayî kirine

HDP’ê bal kişande ser teblîgateke têkildarî Yuksekdag û diyar kir dozgerên daraza bilind ji rayeyên xwe bihurîne û nehiqûqî asayî kirine.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got, "Dozgerên daraza bilind ji rayeyên xwe bihurîne, nehiqûqî asayî kirine."

Di daxuyaniyê de hate goitin, Ji hêla  Bûroya Sicîlê ya Partiyên Siyasî ya Serdozgeriya Komarê ya Daraza bilind  ve bi îmzeya Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Daraza Bilind îro ji me re hatiye ragihandin ku endamtiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hatiye xistin û her wiha agahiyên têkildarî peywira wê ji hêla Daraza Bilind ve ji tomariyan hatiye derxistin. HDP’ê bi berdewamî got, ‘Bi vê kirinê re nehiqûqiyeke nû li di qonaxa darazê, girtinê û xistina wekîltiyê de li nehiqûqiyên heyî hatiye zêdekirin.’’

Bi berdewamî hate gotin ku derketine ji endamtiyê bi vîna endam çêdibe, ti qanûneke ku ji ber xwe ve mirov bikaribe endamtiyê bixiîne, yan jî ji ber xwe ve bikeve nîne.