HDP: Divê mehmiza kêmtirîn bibe 2 hezar û 850 lîre

Gunay Kubîlay ê HDP'yî diyar kir AKP civakê şepirze dike û got, ''Ji bo 2019'an mehmiza kêmtirîn divê bibe 2 hezar û 850 lîre''.

Alîkarê Hevserokê HDP'ê, Berpisê Polîtîkayên Ked, Aborî, Çandinî û Sosyal Gunay Kûbîlay têkilî xebatên ji bo diyarkirina mehmiza kêmtirîn daxuyaniyek da.

Kubîlay di daxuyaniyê de got newekheviya dabeşkirina dahatê û hejarî di serdema desthilata AKP'ê de zêde bûye, mehmiza kêmtirîn ji sînorên birçîbûnê jî gelekî kêmtir e û ev bi salan e wiha ye.

Kubîlay got divê mehmiza kêmtirîn di sala 2019'an de bibe 2 hezar û 850 lîre û ev ji baca dahatê bêrî be.