HDP: Di cih de divê Demîrtaş were berdan

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temelî piştî biryara DMME'yê xwestin ku siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş di cih de were berdan.

Di daxuyaniyê de ya bi îmzeya du hevserokên HDP'ê hate gotin, ''Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, biryar li ser daye ku Hevserokê me yê beriya vê serdemê, hevrêyê me Selahattîn Demîrtaş di cih de were berdan. Bi vê biryara dadgehê re zelal bûye ku rewşa girtîbûnê ya Demîrtaş 'siyasî' ye.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Biryara DMME'yê, li gorî Xala 90'î ya Destûrê û li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê xwedî hikm e. Tirkiye neçar e ku li gorî peymanên navnetewî yên ku îmze kirine tevbigere û divê vê biryarê bi cih bîne.''

Hevserokan diyar kirin li ber daraza Tirkiyê azmûneke dî heye û gotin, ''Yan wê were nîşandan ku pabendî rêgezên hiqûqê yên navnetewî, peymanên navnetewî ne, ku Tirkiyê ew îmze kirine û pabendî saziyên pê re têkildar in. An jî wê were nîşandan ku ti têkiliya wan bi rêgezên hiqûqî, peymanên navnetewî re nîn in û Xala 90'î ya Destûrê nas nakin.''

Di daxuyaniyê de hete gotin, ''Demîrtaş ê ku ev 2 sal in bi rengekî nehiqûqî rehîn tê girtin, bêyî ku bi derengî bikeve divê were berdan. Divê ev biryar ji bo hemû hilbijartiyan bibe biryareke mînakî. Li cem DMME'yê Tirkiye cara pêşî tê sûcdarkirin ku Xala 18'an binpê kiriye.

Ên ku ji têkoşîna demokrasiyê û aştiyê neqeriyane, bi helwesta xwe ya biryardar a li ser siyaseta demokratîk, wê bibin rûspiyên vî welatî û civakê.

Weke ku ev 2 sal in em dibêjin, cihê Demîrtaş û hemû hilbijartiyên me, rêveberên me ne girtîgeh lê nav gelên Tirkiyê ye.''