HDP: Dê şewqa Madîba her hebe

HDP: Dê şewqa Madîba her hebe

Hevserokên HDP'ê, bi wesîleya wefata Mandela peyamek weşandin û gotin, "Herçend Madîba îro çavên xwe li jiyanê girtibe jî, dê dilê gelên Kurdistan û Tirkiyê yên têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê kirine yek mîna rojê germ bike, rêya wan ronî bike û hêviyên wan mezin bike."

Hevserokên HDP'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, li dû wefata lîderê Efrîka Başûr Nelson Mandela peyameke sersaxiyê weşandin. Di peyama bi gotina, "Em li pêş bîranîna Hevrê Madîba bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, hemû gelên ji têkoşîna wî îlham girtine silav dikin" de wiha hat gotin:

"Afirînerê mezin ê aştiyê Nelson Mandela ku di encama têkoşîna bi pîvan û demdirêj de rejîma apartheîd a xwe dispêre cihêkariya nîjadperest a li Efrîka Başûr hilweşand û ji bo tevahiya gelên cîhanê yên têkoşîna azadî û wekheviyê dimeşînin bû çavkaniya îlham û hêzê, ji nava me koç kir. Vê koça wî em gelekî xemgîn kir.

Gelên li dijî nîjadperestî, cihêkarî, zordarî û mêtîngeriyê têkoşîna azadî û wekheviyê dan, ji wî hîn bûn ku aştiyeke mayînde ya cîhanê ancax bi berxwedana piştevaniya gelan a di çarçoveya nirxên hevpar de dibe.

Herçend Madîba îro çavên xwe li jiyanê girtibe jî, dê dilê gelên Kurdistan û Tirkiyê yên têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê kirine yek mîna rojê germ bike, rêya wan ronî bike û hêviyên wan mezin bike.

Em ji malbata wî, gelên Efrîka Başûr û tevahiya gelên cîhanê re sersaxiyê dixwazin.

Me gelekî ji Madîba hez kiribûn!"