HDP: Biryara Dadgeha Destûrê bi dehbetî ye

HDP’ê li ser biryara Dadgeha Destûrê ya Tirk a li ser Demîrtaş got, ‘’Ev biryar bi dehbetî ye, ibret e. Ev biryar deqeke siyasî ya bi alîgiriya desthilatdariyê ye.’’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser biryara Dadgeha Destûrê ya Tirk a li ser Demîrtaş daxuyanî da. HDP’ê diyar kir ku ‘’ev biryar nîşan dide ku hiqûqa navxweyî di organa herî bilind de qediyaye’ û bi domdarî got, ‘’Dîwana bilind bûye dîwana destilatdariyê. Ti derfeta ku were gotin daraz serbixwe û ne alî ye nema ye.’’

BIRYAR TÊ ÇI MANEYÊ?

HDP’ê diyar kir ku Dadgeha Destûrê bi vê biryarê li gel ku rayeya wê nîn e û ne peywira wê ye jî ketiye nav esasê, darazên li ser Demîrtaş bê mane kiriye, rêgeza masûmiyetê tine dîtiye, ferman daye dadgehên xwecih û Daraza Bilind. Her wiha hate gotin ku bi vê biryarê Dadgeha Bilind îçtîhadên xwe, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ku ji xwe re referans dibîne, rêgezên hiqûqê yên gerdûnî, xala 90’î ya Destûre û Peymana Mafê Mirovan binpê kiriye, rêya serlêdana takekesî ya derbarê azadî û ewlehiyê bêkêr kiriye, bûye navgîna tasfiyekirina siyaseta demokratîk û bêqedirkirina wê.

‘’WÊ ENCAMÊN GIRAN BI XWE RE BÎNE’

HDP’ê herî dawî got, ‘’Ev biryar biryareke bi dehbetî ye, bi ibret e. Ev biryar deqeke bi alîgiriya desthilatdariyê ye. Bi vê biryarê re helwesteke wiha ku wê bibe deqeke reş li ser dîroka demokrasiyê hatiye nîşandan, kirinên ku wê demokrasiyê û azadiyan ji holê rake pejirandiye.

Dadgeha Bilind bi vê biryarê ne hiqûq lê desthilatdariya siyasî parastiye. Bi vê biryarê xwe înkar kiriye, çespandiye ku ew berdevkiya vîna siyasî dike. Ev biryar derbarê daraza destûrê û hebûna dewleta hiqûqî wê encamen giran bi xwe re bîne.’’