Danişîna doza Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken ê bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ ku ev 14 meh in jê girtîbû, îro li Dadgeha Cezayê Giran ê 8’an a Amedê hate dîtin. 16 sal û 11 meh ceza li Balûken hate birîn.
KEMALBAY: EV BIRYARA QIRKIRINA SIYASÎ YE, HIQÛQ HATE QETILKIRIN
Parlementerên HDP’ê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî doz şopandin. Piştî ku biryara li ser Balûken diyar bû Hevserok Serpîl Kemalbay wiha got:
‘’Heke mirov bibêje Idrîs Balûken ji bo ku vî cezayî heq bike çi kiriye, serokwekîltiya koma HDP’ê kiriye, weke yek ji parlamenterê me yê herî hêja xebatên siyasî kiriye. Vîna 6 milyon mirov li Meclîsê temsîl kiriye.
Dozên ku hatine vekirin, naveroka sûcdariyên ku têne kirin, mîtîng û axaftinên Balûken in.
Parlamenterekî ku tenê xebatên siyasî dikir, bi biryareke bê bingeh, li ti rêgezên gerdûnî naguncin û Destûr, hiqûqê binpê dike ceza hatiye birîn. Ev ceza tam biryara qirkirina siyasî ye. Biryara kuştina hiqûqê ye.
‘BI VÊ BIRYARÊ HIQÛQ WEKE ROTEKÊ HATIYE BIKARANÎN
Kemalbay bi domdarî got heke li vir biryara berdanê bihata standin jî wê li Tirkiyê hiqû bi cih nehata, ji ber ku Hevserok, parlamenter, şaredar û bi hezaran rêveber û xebatkarên wan hîn girtî ne û diyar kir ev biryara li ser Balûken ‘’hêrseke li dijî têkoşîna aştiyê ye, bikaranîna hiqûqê ya bi rengê rotekê ye.’
‘EM LI CEM BALÛKEN IN’
Kemalbay bi domdarî got ew ê têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin û HDP, hêzên demokrasiyê yên ku li gel HDP’ê têdikoşin wê demokrasiyê bînin.
Balûken got: ‘’Tirsa herî mezin a rejîma AKP-Qesrê ji HDP’ê ye. Em ê têkoşîna xwe geştir bikin, heta ku dawî li ve pêvajoya darbeyê ya nehiqîqî bînin têkoşînê bidomînin. Em li cem Îdrîs Balûken in. Ev biryar ne hiqûqî lê siyasî ye.’’