HDP bi nûnerên Parlamentoya Ewropayê re rûnişt

Rêveberiya HDP'ê bi nûnerên Parlamentoya Ewropayê re rûnişt, bal kişande ser êrîşên desthilata AKP-MHP'ê û têkiliyên dewletên Ewropyî yên bi desthilata Tirk re .

Rêveberiya HDP'ê bi Heverokê Kosmîyona Parlamentyoa Ewropayê (PE)- Hevserokê Komîsyona Parlamentoya Têkel a Meclîsa Tirk Sergey Lagodînsky û parlamenterên Koma Keskan a PE'yê/EFA re civîneke onlîne kir. Piştre Koma Çepgir PE'yê(GUE/NGL)  ya bi Hevseroktiya Martîn Schîrdewan jî tevlî civînê bû. Di civîdnê de EFA'yê de hate diyarkirin zexta desthilatdariyê ya li ser HDP'ê nayê qebûlkirin û hate destnîşankirin heta ku Tirkiye li ser mijara mafê mirovan û demokratîkbûnê berpirsyariyên xwe bi cih neyîne têkiliyên YE-Tirkiyê wê xweş nebin.

Hevberdevkê Komîsyona Karê Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy got doza girtinê ya li ser HDP'ê û doza Kobanê ku 26'ê Nîsanê wê dest pê bike hesabdîtineke siyasî ye û desthilatdariya Tirk ji bo ku serdemeke dî li desthilatê bimîne  vê hewldanê dike.

Her wiha Koma Çepgir a PE'yê Hevserokê Komê ya GUE/NGL Martîn Schîrdewan, Dîmîtrîos Papadîmoulîs (Alîkarê Serok ê PE'yê û gelek paramenterên din bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Alîkara Hevseroka Feleknaz Uca û Serokwekîlê Komê Sarûhan Oluç re civîneke onlîne kirin.

 Di civînê de hate diyarkirin piştevaniya Koma Çepgir û HDP'ê ji her demê geştir e. Parlamenterên koma çepgir diyar kirin diivê Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê têkiliyên xwe yên bi hikûmeta Tirk re li ser hîmê mafê mirovan, demokrasiyê û nirxên YE'yê diyar bike.