HDP: Bi demokrasiya herêmî em derdikevin pêşberî partiyên sîstemê

HDP: Bi demokrasiya herêmî em derdikevin pêşberî partiyên sîstemê

HDP'ê polîtîkaya xwe ya hilbijartinê di vekirina avahiya Navenda Giştî de destnîşan kir. Hevserokê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku ewê demokrasiya herêmî, temsîlkariya wekhev û modela hevserokatiyê ji xwe re esas bigirin. Kurkçu got, "Emê bi nûnerên gel û baweriyên cuda, bindest û mexdûran derkevin pêşberî du partiyên sîstemê AKP û CHP'ê." Hevserok Sebahat Tûncel jî da xuyakirin ku divê hilbijartinên herêmî rojeva Tirkiyê nenixumîne û got, "Divê muzakere û pêwistiya destûra bingehîn a nû, qurbanî hilbijartinan neyê kirin."

Di civîna çapemeniyê ya li merasîma vekirina Navenda Giştî ya HDP'ê de hat aşkerakirin ku di hilbijartinên herêmî de dê Sirri Sureyya Onder namzetê Stenbolê be. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku li Meletî, Erzîngan û Mereşê HDP, li Mersînê jî BDP wê beşdarî hilbijartinan bibe.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî bersiv da ew kesên jê re dibêjin, 'bi dizî piştgiriyê bidin me, lê li gel me xuya nekin' û got, "Ez namzet im."

Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Enqereyê hat vekirin. Li dû merasîma vekirinê ya bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamenterê Stenbolê Levent Tuzel, bi mijara "Amadekariyên Hilbijartinên Herêmî yên 2014'an" civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

TÛNCEL: DIVÊ ROJEVA WELÊT NEBE QURBANÊ HILBIJARTINAN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tûncel mafê destpêkê yê axaftinê girt û ji ber ku avahiya navenda partiya wan nêzî xaniyên kolît (gecekondu) ên xizanan e got, "Ji bo ku gelbûyîna partiya xwe vebêjin, me ev der hilbijartin."

Tûncel anî ziman ku HDP sîwaneke ku tevgerên jinan, takekesên LGBT'yî û her kesên din vedihewîne û destnîşan kir ku ewê namzetên xwe yên jin zêde bikin. Bi wesîleya Roja Karkerên Madenê ya Cîhanê Tûncel bal kişand ser mirin-kuştina karkeran û hemû karker silav kir.

Tûncel diyar kir ku pêwîste hilbijartinên herêmî ser rojeva Tirkiyê nenixumîne û got, "Dewlet neçare bi civakê re muzakereyeke nû bike; divê ev muzakere qurbanî hilbijartinê neyê kirin. Divê pêwistiya destûra bingehîn a nû, pêvajoya çareserî û aştiyê qurbanî hilbijartinên herêmî neyên kirin." Tûncel bang li AKP'ê kir ku bi hesabên hilbijartinê nêzî pirsgirêkan nebe.

KURKÇU: NAMZETÊ ME EW KESÊ DERKET PÊŞIYA KEFÇEYÊ YE!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir ku ewê di hilbijartinên herêmî de li her derê namzetan nîşan bide û bi namzet û bernameya xwe re beşdarî hilbijartinan bibe. Kurkçu der heqê îdîayên 'tifaqan' de jî got, "Bersiva me ji bo nûçe û şîroveyên li derveyî me der heqê me de hatine kirin; em ne parçeyek ji ti hevkariyê ne."

Kurkçu got, "Di hilbijartinên herêmî de benbendî nayê qebûlkirin. Em serdestiya gel temsîl dikin û lewma em hilbijartinên herêmî weke firsendekê dibînin. Emê bi tena serê xwe, bi namzetê xwe re beşdarî hilbijartinan bibin. Emê dengê serdest ê Tirkiyê dike du parçe qut bikin. Emê rêbaza nû ya rêveberiyên herêmî bicih bînin."

Kurkçu ragihand ku namzetê wan ê Beyoglûyê, karkerekî çopê kom dike ye û ji kesên wan 'bê ezmûn' dibînin re got, "Di hilbijartinên herêmî de em li Kurdistanê xwedî ezmûn in. Em du partî ne, lê siyaseteke dualî nameşînin."

Kurkçu got, "Emê bi nûnerên gel û baweriyên cuda, bindest û mexdûran derkevin pêşberî du partiyên sîstemê AKP û CHP'ê" û ji bo namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê got, "Parlamenterê me Sirri Sureyya Onder hem namzetê gel hem jî namzetê me yê Stenbolê ye. Bi vî rengî em bersivê didin daxwaza gel a digot, 'Wî kesê derket pêşberî kefçeyê bikin namzet."

LI MELETÎ, ERZÎNGAN Û MEREŞÊ HDP, LI MERSÎNÊ BDP

Kurkçu ragihand ku ewê hewl bidin demokrasiya herêmî û polîtîkaya rêveberiya di cih de li her devera Tirkiyê çalak bikin û destnîşan kir ku ew di heman demê têkoşînê dimeşînin ji bo temsîlkariya jinê ya wekhev û modela hevserokatiyê li rêveberiyên herêmî û tevahiya şaredariyan bicih bikin.

Kurkçu diyar kir ku li Îzmîr û Enqereyê bernamzetên wan hene û ewê van navan di rojên pêş de bi însiyatîfa gel diyar bikin û got, "Li Meletî, Erzîngan û Mereşê emê bi HDP'ê beşdarî hilbijartinan bibin. Li Mersînê jî dê BDP beşdarî hilbijartinan bibe."

Kurkçu ragihand ku ewê di 15'ê Kanûnê de der barê bernamzetan de civînekê lidar bixin.

ONDER: BERSIVA MIN; NAMZETIYA MIN E

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî rexne li polîtîkaya CHP'ê kir û got, "Mîna CHP'ê partiyeke din tineye ku bêyî kedê bide çav berdide dengên belaş û dengên çepgiran. Ez ji we re bêjim; Ti çepgirek êdî nikare durûtiya CHP'ê ya di mijara ked, mafê bajar û pirsgirêka Kurd de qebûl bike."

Onder diyar kir ku CHP'ê xwestiye berxwedana Gezî jî bixe bin îpoteka xwe û destnîşan kir ku ewê vê qebûl nekin. Onder bal kişand ser rola neyînî ya hikûmeta AKP û Şaredariya Stenbolê ya di mijara berxwedana Gezî de û got, "Xwîna mirovên me yên li Gezî jiyana xwe ji dest dane peşikiye ser Kadîr Topbaş."

Onder der barê namzetiya xwe de jî bersiv da ew kesên jê re dibêjin, 'bi dizî piştgiriyê bidin me, lê li gel me xuya nekin' û got, "Ez namzet im. Ne ez, ew kesên bi vî devê lumpen diaxivin şermê dikin. Cihê siyaseta ne durust, di ruhê Gezî de nîne. Devê me vekirî, rûyê me spî, em li qadan e. Bang li gel dikim; Şîmaqekê li wî mejiyê ku beşdariya hilbijartinê weke şermê nîşan didin bixin, da ku dengê wê li DYA were bihîstin."

JI TUZEL BANGA BEŞDARIYÊ

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Levent Tuzel jî diyar kir ku ew li benda beşdariya her kesên dixwzin di nava HDP'ê de cih bigirin e.

Tuzel got, "Ji bo ku demokrasî li qada herêmî destpê bike, em girîngiyê didin hilbijartinên herêmî. Em gelekî girîng dibînin ku gel li cem hev be. Ez bang li her kesî dikim ku di bin vî sîwanî de di bin sîwanê HDP'ê de bibe namzet."