HDP: Bêdengî wê bibe sedema Enfalên nû

HDP'ê Qirkirina Enfalê şermezar kir û got, ''Bêdengî dibe sedema qirkirinên nû''.

HDP'ê ji bo salvegera Qirkirina Enfalê daxuyaniyeke niviskî da.

HDP'ê Qirkirina Enfalê ya di navbeyna salên 1986-1989'an de ya bi destê rejîma Seddam a li dijî Kurdan bi bîr xist, got, ji 180 hezarî zêdetir mirov haine kuşti, 4-5 hezar gund hatine kavilkirin, şewitandin û ji milyonekê zêdetir mirov jî bêcihûwar bûne.


HDP'ê bi bîr xist li bara vê qirkirina Enfalê ya ku 16'ê Adara 1988'an a li ser Halepçe ya Başûrê Kurdistanê ya ku bi çeka kimyewî pêk hatî gihaye asta herî bilind cîhan bêdeng maye, xwe li bara pêkhatina qirkirin û qeleçoyê kor kiriye, her çendî Dadgeha Cezaya Payebilşind a Iraqê 2007'an êrîşa Enfalê bi biryarekê weke qeleçoyeke li ser Kurdan qebûl kiribe jî hê jî beşekî xilbe yê qeloçoyê nehatine darizandin.

HDP'ê got li bara gelek qeleço û qirkirinên sedsala 20'an helwesta cîhanê bi giştî ew bûye ku pêşî bêdeng bimîne û piştre ji bîr bike, bide jibîkririn û bi vê helwestê jî cîhan rê li ber qeleçoyên din vedike.

HDP'ê li dawiya daxuyaniyê got ew di 14'ê Nîsanê Roja Bîranîna Enfalê de vê qirkerinê şermezar dikin, bejna xwe li ber şehîdên qirkirinê ditewînin, êşa kesên ku di vê qirkirinê de nas û xizmên xwe dane par ve dikin û got,''Ji bo ku careke dî Enfal û Halepçe nebin, em bang li her kesî dikin ku li bara qirkirin û komkujiyan bêdeng nemînin û nedin jibîrkirin.''