HDK: Li dijî êrîşên giştî helwesta hevpar

HDK'ê got êrîşa li ser KCD'ê parçeyek ji êrîşa giştî ya desthilata AKP-MHP'ê ye û bang kir ku her kes bi helwesteke hevpar rabe.

Hevberdevkên HDK'ê Îdîl Ugurlu û Sedat Şenoglu, mohrkirina avahiya KCD'ê û destgîrkirina siyasetmedarên Kurd şermezar kirin û gotin: "Rêxistinbûna civakê bi kîlîtkirina deriyên avahiyan nayê astengkirin. Divê her kes li dijî vê yekê helwestek hevpar nîşan bidin. 
 
Berdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu û Sedat Şenoglu, têkildarî destgîrkirina siyasetmedarên Kurd û mohrkirina avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyani dan. 

Hevberdevkên HDK'ê anî ziman ku ev zext û tundiya li ser KCD'ê perçeyekî giştî yê desthilata AKP-MHP'ê ye û wiha gotin: "Bi van zextan wê nikaribin têkoşîna me ya demokratîk asteng bikin. Divê her kes li dijî van pêkanînên dijdemokratîk helwestek hevpar nîşan bidin. Di şexsê KCD'ê de dixwazin têkoşîna gelan krimalize bikin. Desthilat bi van zext û tundiyan li ser civakê û rêxistinên demokratîk nîşan dide ku êdî têk çûye û ketiye neqebek bê derî. Mohkirina avahiya KCD'ê ne li gorî pîvan û sincên siyasî û feraseta demokrasiyê ye. Divê hemû kes ji vê zilma AKP'ê de dibêjin êdî bes e, divê tev li vê têkoşînê bibin û di têkoşînê de bibin yek. Divê em hemû destê xwe bidin hev û li dijî van pêkanînan bi hevre têbikoşin."