HDK: Ji komkujiya Eledagê AKP berpirsyar e
HDK’ê diyar kir ji şewata Eledagê ya Edeneyê ku 12 kesan jiyana xwe ji dest da, AKP berpirsyar e.
HDK’ê diyar kir ji şewata Eledagê ya Edeneyê ku 12 kesan jiyana xwe ji dest da, AKP berpirsyar e.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî şewata Eledag a Edene ku di encamê de 12 xwendevan mirin, daxuyaniyeke nivîskî da.
‘BERPIRSÊ ŞEWATA ELEDAGÊ AKP YE’
Di daxuyaniyê de hate gotin AKP zarokan radestî tarîkat û rêxistinên keysperesT dike, li gel ku perwerde, heqê jiyanê yên hejaran divê ji hêla dewletê ve were dabînkirin jî desthilatdariya AKP’ê yekê ji van di nav peywira xwe de nabîne û wan radestî tarîkatan û rêxistinên keyseperest dike ku yek ji wan jî ne zagoyî ye. Bi berdewamî hate gotin, ‘berpirsê şewatê AKP ye ku perwerdehiyê bi dest tarîkatan ve dihêle, dike bi pere û wargehên ku şagirt lê dibînin kontrol nake. Hişmendiya ku zarokên xwe li dibistanên taybet dide xwendin, zarokên malbatên hejar jî radestî ûcdana tarîkatan dike ji komkujiyê berpirsê sereke ye.’’
Di daxuyaniyê de hate gotin tişta ku AKP ji perwedehiyê fêhm dike ferzkirina sîstema genî ya li ser civakê ye û tinekirina beden û rihê zarokên bêparastin e.
HDK’ê bal kişande ser bûyera tecawizê ya li YÎBO ya Êlihê jî got, ‘’Heman demê li YÎBO’yê rastlêhatine destdirêjiyê ya li ser 4 zarokan nîşaneya vê genîbûn û tinekirinê ye.’’
‘DEV JI ‘DÎNDARKIRIN’A PERWEDEHIYÊ BERDIN’
HDK bi berdewamî daxwaz kir ku dev ji ‘dîndarkirin’a perwerdehiyê berdin û polîtîkaya ku perwerdehiyê radestî tarîkatan dikin biterikînin.
Herî dawî HDK’ê serxweşî da malbatên ku zarokên wan di şewatê de jiyana xwe dest dayin, ji bo birîndaran şîfaya xêrê xwest û bang li raya giştî ya demokratî kir ku ji bo hesabê vê komkujiyê were pirsîn dengê xwe derxînin.