HDK ji bo serdema nû civiya

HDK bi dirûşa "Em ji bo siberoja xwe xwe bi rêxistin dikin, ji bo azadiya xwe li ber xwe didin" li Enqereyê civiya. Di vê kombûnê de wê plansaziya serdema nû were kirin.

7. Civata Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi dirûşma "Em ji bo siberoja xwe xwe bi rêxistin dikin, ji bo azadiya xwe li ber xwe didin" li Enqereyê dest pê kir. Li salona civînê, wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên girtî û pankartên bi nivîsa "Em ê ji sedî sed bi ser bikevin", "Ji her kesî re karê bi ewle, siberojeke bi ewle", "Jin wê desthilatdariya we hilweşînin" û "Em li dijî şîdeta dewleta mêr li ber xwe didin" hatin daliqandin. Li ser navê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel û Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag çelengek ji civata giştî re hat şandin.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, parlamenterên HDP'ê Nadîr Yildirim, Besîme Konca, Bûrcû Ozçelîk, Çaglar Demîrel, Garo Paylan, Ayhan Bîlgen û nûnerên Partiya Şoreşger, partiya ji nû ve rizgariyê ya sosyalîst, Partiya Sosyalîst a Bindestan û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî civata giştî bûn. Civata giştî piştî hilbijartina endamên dîwanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Civata giştî wê bi xwendina raporên kar, nirxandina dema pêş û hilbijartina hevberdevkan dewam bike.

Serokê dîwanê Garo Paylan di destpêka civata giştî de axivî. Paylan bal kişand ser têkoşîna HDK'ê ya heta niha û got, "Bi hewldanên faşîzan careke din hewl didin xeyalên me hilweşînin. Em berî sed salî gelekî bêrêxistin bûn. Îro bi heman rêbazê êrîş dikin. Em ne rêxistinbûyî bûn, lewma me nikarîbûn bi faşîzmê. Lê cihê kêfxweşî û şanaziyê ye, ku îro berxwedêrên me hene."

Civata Giştî bi axaftina hevberdevkan dewam dike.

...