HDK-Fransayê ji bo dayina dengê NA bang kir
HDK-Fransayê destnîşan kir, rejîma AKP'ê ku nikare xwe li dengê mûxalîf rabigire, mirovên dibêjin 'NA' weke dijmin radigihîne û bingehê ji kaoseke xetere re amade dike.
HDK-Fransayê destnîşan kir, rejîma AKP'ê ku nikare xwe li dengê mûxalîf rabigire, mirovên dibêjin 'NA' weke dijmin radigihîne û bingehê ji kaoseke xetere re amade dike.
Hevserokê HDK-Fransayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bal kişandin ser girîngiya referandûma li Tirkiyeyê.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, dengdana di vê çarçoveyê de roja 27'ê Adarê li derveyî welat dest pê kir, wê heta 9'ê Nîsanê roja Yekşemê dewam bike.
Hevserokatiyê ragihand, ev referandûm wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rê li ber encamên cidî veke û bang li her kesî kir, ku bi berpirsyarî û wijdanî rabin, planên rejîma AKP'ê ku mîna ewrên reş û tarî li ser welêt digerin fêhm bikin û dengê NA bidin.
Di daxuyaniyê de bang li hilbijêrên li Ewropayê hat kirin, ku li dijî dîktatoriya faşîst û rejîma paşverû ya tekparêziyê, bi berpirsyarî tevdigerin û derdora xwe ji bo dayina dengê NA bi rêxistin bikin. Hevserokatiya HDK-Fransayê destnîşan kir, divê ne yê jibîrkirin ku her dengek wê bandorê li çarenûsa gelemperiya welêt bike.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin nûnerên rewa yên gel ên hatine hilbijartin; parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsa bajar û navçeyê, nûnerên partiyên siyasî yên mûxalîf hatine girtin û hat gotin, referandûm di nava şertên newekhev de tê kirin.
HDK-Fransayê destnîşan kir, rejîma AKP'ê ku nikare xwe li dengê mûxalîf rabigire, mirovên dibêjin 'NA' weke dijmin radigihîne û bi dijwarkirina berberîkirinê re bingehê ji kaoseke xetere re amade dike.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ermenî, Keldanî, Elewî, Sûnî, demokrat, şoreşger û hemû mirovên xwedî wijdan, divê xwedî li welatê xwe derkevin û ji bo pêşî li vê lîstika pavşerû bê girtin, dengê NA bidin û bi rengekî gireyî biçin ser sindoqan."
Hevserokatiya HDK-Fransayê wiha dewam kir: "Sekneke demokratîk, bi wijdan û berpirsyar mîna sekna Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, gelê me wê vîna xwe bi xurtî nîşan bide. Her mirovekî xwedî wijdan ê gelê me yê koçber, pêwîste bi erka xwe ya dîrokî rabe, biçe ser sindoqan û dengê NA bide.
Her welatiyeke/î dibêje 'ez jî ji bo siberojeke azad heme' divê derdora xwe jî bibe ser sindoqan û dengê NA bi wan bide dayin.
Derdora xwe, hevala/ê xwe, cîranê xwe îqna bike!
Dibe ku sibe dereng be, her kes bi hev re biçe ser sindoqan!
Me te nekir serok, em ê te nekin serok!"