HDK-Ewropa cejnên Noel û Yaldo pîroz kir

HDK-Ewropa cejna Noelê ya Xiristiyanan û cejna Yaldo ya Suryaniyan pîroz kir û got, "Ji bo afirandina cîhaneke ku her mirov karibe bi rengekî azad bi çand û baweriya xwe bijî, em hêviya xwe mezin dikin."

Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-Ewropa) cejnên Noel û Yaldo pîroz kir.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Bi bahaneya bawerî û nasnameyên etnîkî li gelek herêmên cîhanê şer, komkujî, nîjadperestî û cihêkarî tê kirin. Ji bo afirandina cîhaneke ku her mirov karibe bi rengekî azad bi çand û baweriya xwe bijî, em hêviya xwe mezin dikin."

Li dijî nêzîkatiya ku mirovan li gorî reng, bawerî, netewe, zayend û zimanên xwe tên cihêkirin, em bi biryar in ku têkoşîna xwe ya ji bo cîhaneke wekhev, azad û aştiyane bidomînin. Bi vê biryardariyê em cejna Noelê ya civaka Xiristiyan û cejna Yaldo ya gelê Suryanî ji dil pîroz dikin."