Civata Giştî ya 7. a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku bi dirûşma ‘’Em siberoja xwe birêxistin dikin, ji bo azadiya xwe li ber xwe didin’’ li Enqerê, bi axaftinan berdewam dike. Di destpêkê de Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît axivî û Hevserokên HDP’ê û wekîlên girtî slav kir. Koçyîgît diyar kir, ji roja ku Tirkiye dameziriye xweyî sîstemeke kêm e û wiha domand, ‘’Hemû daxwazên guherînê yên navxweyî jî bi sîstema zordariyê çewisandiye. Divê sîstema azadîxwaz, demokratîk û piranîxwaz a gelan li vê cografyayê geş bibe. 7’ê Hezîranê encama herî berbiçav e ku li vî welatî daxwaza rejîmeke demokratîk heye. Ev guherîna rejîmê ji hişmendiya Îttîhat Terakkî ya 1915’an pê ve ne tiştekî dî ye. Xeta millî ya wê demê vediguhere xeteke dînparêziya hişk û paşverû û rejîmeke nû hewl tê dayin ku were avakirin. Lê hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê fersendek bû ji bo demokrasiya ku 7’ê Hezîranê derketî holê. Ya ku hikûmetê diviya bikira ew bû ku hemû kilîkên ku darbe pêk anîn derxîne holê û destûreke li ser zemîna demokrasiyê bixista rojevê. Lê wê neçar bimîne ku bi vê hesab bide. Erdogan heta bi sîstema seroktiyê dixwaze welêt bi Rewşa Awarte bi rê ve bibe. Piştî ku hemû beşên civakê yên muxalîf bêdeng kir û dînamîka wan a berxwedanê şikand dixwaze sîstema seroktiyê bîne û li bendê ye ku gel bibêje, ‘em bidin û xwe xilas bikin’’
Koçyîgît bi berdewamî:
‘’Roj roja têkoşîn, berxwedan û serketinê ye. Ji vir û paş ve em naçin. Îro her çalakiye ku em nakin wê weke êşê li zarokên me, weke dîlbûna zêdetir û rehînbûnê li me vegere. Ji bo vê jî em HDK’ê mal bi mal birêxistin bikin, em ê têkoşînê birêxistin bikin. Bêyî ku em paşerojê bialiqin em ê li vir nîqaş bikin bê ka em dikarin çi bikin. Em ê li dijî vê faşîzmê têkoşînê çawa geş bikin? Tekane pirsa li pêş me ev e. Em ê bi hev re bersivê bidin. Teqez em ê bi ser bikevin.’’
Piştre Hevberdevk Ertugrul Kurkçu axivî û got, ew giringiya siyasetsê û parlamentoyê paşguh nakin û wiha got, ‘’Şoreşger ne xweyî wî heqî ye ku parlamentoyê kêm bibîne. Bangên ku ji wir têne kirin li her deverê têne bihîstin. Em ji bo ku nîşan bidin em çend kes in û were dîtin me barometroya hilbijartinê danî û her car ême nîşan da ku civak her carê dikare bendan rake û dikare daxwaza xwe pêk bîne. Ji hêla dî ve jî gotinên me yên ji wî kursîyî ji hêla her kesî ve hate bihîstin. Ji bo vê jî heke nayê xwestin ku em ji vê mînareyê bang bikin em xwedî wê derfetê ne ku ji hemû malan bibêjin. Ev derfet HDK ye. Ev 5 sal in heke bi sîstematîk me ev zexm bikira niha li qadeke berfirehtir em ê tevbigeriyan.’’ Kurkçu diyar kir peywira xwe ya ku ev 5 salan e didomîne wê dewr bike lê di nav refên têkoşînê de wê hebûna xwe bidomîne.
‘SERDEM SERDEMA GELAN E’
Piştî Kurkçu Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û girtina 370 komeleyî ya bi fermana Wezareta Karê Hundir bi bîr xist û got, piraniya van ên Kurdan bûn û bi berdêlên mezin hatibûn bidestxistin.
Guven diyar kir ,’’Ew bi faşîzmeke mezin re hevrû ne’’ û got ,’’Daxwazeke me ji gelên Tirkiyê heye. Ji HDK’ê daxwazeke me heye. Daxwaza me hevpar e. Ji bo hêviya me ya bi aştiyê em li vir in lê pêdiviya me daxwazeke teqeztir heye. Li Kobanê çawa hemû gelan bi hevkarî ber bi serketinê çûn niha jî pêdivî bi heman giyanî heye. Divê em yekîtî û hevkariya xwe xurt bikin û berxwedanê geş bikin. Li cihê ku em lê ne divê em ne temaşeker bin. Dem dema gelan e. Li hemû dinyayê Kurd li ser piyan in û dibêjin, teqez û teqez em ê bi ser bikevin’’ û got ku hevkarî û yekîtî zêdetir bibe serketin wê ya gelan be.
‘XELEK JI BO HIKÛMETA ZALIM BERTENG DIBE’
Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek jî got, ew bawerî pê tînin ku hemû gel û nasname û bawerî dikarin bi hev re bi azadî bijîn û got, ‘’evder jî terisandina wê ye’’ û amaje pê kir ku HDK ew dever e ku hemû cihêtî dikarin bi azadî xwe lê vebêjin. Yuksek bi berdewamî navê hilbijartiyên girtî bi bîr anî û ew slav kirin. Yuksek wiha domand: ‘’ Beriya bi sedan salan jî be têkoşîna serdest û bindestan neqediyaye. Em wan bindest, gel û rêşanîdêrê wan nas dikin her çendî em wan zaliman nas nekin jî. Niha li ser me zexteke mezin heye. Hemû çewisandiyên civaka Tirkiyê bi bin zexteke mezin de ne. Ev rewş bi ti awayî me reşbîn nake û hîseke bi vî rengî me re çênake. Ya esasî xelek ji bo hikûmeta zalim berteng dibe. Dibîne ku li hemû dinyayê jî îzole bûye. Desthilatdariyeke wiha heye ku di nav welêt de miletiya şowenî dide pey xwe, amûrên zordariyê yên dewletê bi kar tîne û dixwaze wiha li ser piyan bimîne. Însan ne ku ji vî serokkomarî hez dikin destekê didinê, ji bo ku ditirsin deng dernaxînin. Ev nîşaneyên çûyina wan e. Nîşaneyên wê ne ku zêdetir wê nikaribin desthilatdariya xwe domdar bikin.’’
‘’SEDSALA 21. WÊ YA WAN GELÊN ÇEWISANDÎ BE’’
‘’Heta ku em li ser piyan bin, li gel hev ni ew neçarî têkçûnê ne. Heta ku em dev ji vê xetê bernedin teqez serketî wê em bin. Dîrok bi mînakên vê tije ye. Em jî xwedan wê hêzê ne ku dikarin vê bi ser bixin. Di nav tirseke mezin de ji bo ku Kurd tiştekî bi dest nexin çi tiştê ku ji destê wan tê texsîr nakin. Lê geşedaneke wiha heye ku nikarin pêşiya wê bigirin. Ev sedsal wê sedsala Kurdan û wan gelên çewisandî be.’’