HDK’ê ji bo Yewnanîstanê banga seferberiyê kir
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî şewata mezin a li Yewnanîstanê daxuyanî da. HDK’ê ji bo rêxistinên li Yewnanîstan û Ewropayê banga piştevanî û seferberiyê kir.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî şewata mezin a li Yewnanîstanê daxuyanî da. HDK’ê ji bo rêxistinên li Yewnanîstan û Ewropayê banga piştevanî û seferberiyê kir.
Desteya Rêveberiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî şewata li herêma Atîkka a Yewnanîstanê ku bû sedama mirina zêdetirî 70 kesan daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de HDK’ê sersaxî ji gelê Yewnanîstanê re xwest û şifaya xêrê ji bo birîndaran xwest.
‘JI BO ALÎKARIYÊ EM AMADE NE’
HDK’ê diyar kir ku ew ji bo piştevanî û alîkariya bi gelê Yewnanîstanê re amade ne û wiha got; “Em bi êşa gelê Yewnanîstanê xemgîn bûn. Em amade ne hemû piştgirî û piştevaniyê bi gelê Yewnanîstanê re bikin û birînên wan bipêçin. Ji bo vê em bang li hemû rêxisitnên HDK’ê di serî de li Yewnanîstan û hemû Ewropa û bang li hemû gelê me dikin ku piştevaniya gelê Yewnanîstanê bikin û seferber bibin. Em carek din xemgîniya xwe bi gelê Yewnanîstanê re parve dikin, ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn sersaxî dixwazin û ji bo birîndaran jî şifaya xêrê dixwazin.”