HDK’ê ji bo Ocalan bang li CPT’yê kir

Hevberdevk û Desteya Rêveber a HDK’ê, ji ber tirs û fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li CPT kir ku rewşê kontrol bike û agahiyan bide raya giştî.

Hevberdevk û Desteya Rêveber a HDK’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo ku ji fikarên raya giştî yên têkildarî rewşa tenduristî û ewlekariyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin bersivandin, bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê kir ku rewşê kontrol bike û ji bo ku raya giştî agahdar bike xwest ku peywira xwe bi cih bîne.  Dengê xwe li Wezareta Dadmendiyê û Hikûmetê kir ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan were rakirin û astengiyên li pêşiya hevdîtinên bi parêzer û nas û xizmên wî re demildest werin rakirin.

Hevberdevk û Desteya Rêveber a HDK’ê diyar kir, "Hêncetên astengkirina hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê, parêzer û malbatan a bi Birêz Ocalan re ku ji Nîsana 2015’an ve, piştî ku pêvajoya çareseriyê û muzekereyê ji hêla Serokkomar Erdogan ve hate bidawîkirin, pêkenokî ne û ti baweriyê bi mirov re çênakin. Ev hêncet jî kana sereke ye ku fikarên derbarê tendirustî û ewlekariyê de çêbibin. Lê bi 15’ê Tîrmehê, hewdana darbeyê re, nûçeyên ku digotin, Birêz Ocalan di hedefa darbekeran de ye, komeke çekdar dema ku xwe amade dikirin êrîşî Imraliyê bikin hatine girtin, ev fikare hê meztir û girantir kiriye." Di berdewamiyê de hate diyarkirin, daxuyaniya Wezareta Dadmendiyê a bi rengê 'pirsgirêk nîn in' dawî li fikaran nayîne lê hê zêdetir dike.

Di daxuyaniya nivîskî de hate diyarkirin, li gorî xala 3. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), Wezareta Dadmendiyê divê 'Dûrxistina mirovan a bi rûmeta mirovahiyê re li hev, rê û rêbazên aresteyî înfaza tevdîran, divê ji êş û dijwariyên hundirîn ên ku di xwezaya kes de ji xwe hene ne zêdetir bin' pêk bîne û wiha pê de çû: "Lê Wezarata bi domdarkirin tecrîda li ser Ocalan nîşan dide ku di binpêkirina peymanê de rikdar e, pirsên têkildarî tendirustî û ewelkariyê de bêbersiv dihêle.

Ji 15’ê Tîmehê, hewldana darbeyê ve û piştî wê, ji ber ku hê jî tê dubarekirin ku  li ser ewlekariya Serokkomar, endamên hikûmetê, fermandarên artêşê gef hene, divê were gotin ku li ser Birêz Ocalan taloke û geflêxwarinên hê mezintir hene.

Hêmana diyarkar a ku rê li ber hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê vekirî ew e ku dawî li Pêvajoya Çareseriyê hate anîn û şer li dijî Kurdan hate ragihandin. Hikûmeteke ku bi rastî jî dixwaze bi awayekî mayinde û diyarker pêşî li darbeyan bigre divê pêşî tevdîrên li pêşîlêgir ê şerê navxweyî bistîne. Di nav vê çarçoveyê de, di maweya muzakerê ye de tespîta Ocalan, 'qelsbûna pêvajoyê wê mekanîka darbeyê xurttir bike', divê êdî hatibe fêhmkirin.

Em wekî Kongreya Demokratîk a Gelan ji bo ku şerê ku darbeyê xurt dike were rawestandin .û li muzakereyê were vegeran, rêya pêşî ya herî girîng a ber bi aştiyê ve ye ku dawî li tecrîda li ser Birêz Ocalan were anîn.

Rêya herî girîng a bidawîkirina sazî û dezgehên dijî demokrasiyê û beralîkirina serdestiyên ku van bi xwe re anîne ew e ku, fonksîyona ku Birêz Ocalan di demokratîkirina vî welatî de dîtin, dîsa radestî wî were kirin û pêvajoya dîyalogê ya ku hatibû dest pê kirin, ber bi pêvajoya muzakereyê ya heqîqî ve biçe. Di vê mijarê de em ê bi berdewamî dengê xwe li dewlet û hikûmetê dikin.

Li ser vê zemînê em Nobetên ji Ocalan re Azadî ku gelê me dayî destpêkirin weke xweyî risteke em denglêker û hem jî parêzer dibînin û li hemû deverên pêkan, ji bo ku ev plana çalakiyê ya lezgîn di jiyanê de pêk were, em ê di nav hewldanan de bin.

Em bang li hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyê, hemû aliyên li dijî şer û darbeyê dikin ku tendirustî, ewlekarî û azadiya Ocalan wekî mifteya aştî û çareseriyê bibînin; li hemberî hişmendiya komkuj, îmha û înkarker a bi ser gelê Kurd de têkevin nav têkoşînê."