HDK'ê Çarşema Sor pîroz kir
HDK'ê Çarşema Sor pîroz kir û got, "Di serî de civaka Êzidî em hêvîdarin hemû gelên herêmê di nava aştî, azadî û wekheviyê de bijîn."
HDK'ê Çarşema Sor pîroz kir û got, "Di serî de civaka Êzidî em hêvîdarin hemû gelên herêmê di nava aştî, azadî û wekheviyê de bijîn."
Hevberdevkên Kongreya Demokratrîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kirin.
Di peyaman Hevberdevkan de hat ragihandin, ku ev roj di heman demê de li dijî kîn û nefretê roja pêkhatina aştî û biratiyê ye û hat gotin, "Îsal jî civaka Êzidî ya li çiyayê Şengalê vê roja pîroz bi xemgînî pêşwazî dike.
Em hêvîdar in Çarşema Sor wê bibe wesîleya rizgariya jin û zarokê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne, azadbûna hemû Êzidiyan û vegera li xaka xwe ya bi hezaran Êzidiyên ji ber vê hovîtiyê koçber bûne.
Em bang li tevahiya mirovahiyê dikin, ku li pêşberî fermana 73'an a li hemberî Êzidiyan hişyar bin û bi berpirsyarî tevbigerin.
Em cejna Çarşema Sor pîroz dikin û di serî de civaka Êzidî ya li erdnîgariya Rojhilata Navîn hêvîdarin hemû gelên herêmê di nava aştî, azadî û wekheviyê de bijîn."