HDK'ê Arîf, Kemal û Hîkmet bi bîr anîn

HDK'ê Ahmed Arîf, Orhan Kemal û Nazim Hîkmet bi bîr anîn û got, "Bi berhemên xwe hîn jî hêz û îlhamê didin."

Komîsyona Çand û Huner a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)'ê Ahmet Arîf, Orhan Kemal û Nazim Hîkmet bi bîr anîn.

HDK'ê daxuyaniyek nivîskî da û got, "Wan xwestin, li cîhaneke ku mêtingerî û cudahiya navbera çînan nîne civakeke di nava aştî û aramiyê de biafirînin. Di vê oxirê de berdêl dan û bi berhemên ku li pey xwe hiştine, hîn jî ji me re dibin hêz û çavkaniya sûdwergirtinê."

Daxuyaniya HDK'ê wiha dewam kir, "Ahmet Arîf 2'ê Hezîrana 1991'ê, Nazim Hîkmet 3'ê Hezîrana 1963'an, Orhan Kemal 2'ê Hezîrana 1970'ı ji nav me çûne. Bi wêrekî û biryardariya xwe, ku di helbest, nivîs û her kêliya jiyana xwe de nîşan dan, şoreşgerî berz kirin. Ti caran ji gel û kedkaran qut nebûn. Her kêliya jiyana xwe bi rûmetdarî û bi kesayetiya xwe ya hunermendiya şoreşger jiyan."