HDK: Desthilatdariyê êrîş dan destpêkirin, li Enqereyê qetlîam hate kirin

HDK’ê bal kişand ser vî tiştî ku yek peywirdarê dewletê yê ku ji qetlîama Enqereyê berpirsyar in nehatiye darizandin û banga protestokirinê kir.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera sêyemîn a Qetlîama Enqereyê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di qetlîama Enqereyê de 103 kes hatin qetilkirin û ji 500’î zêdetir kes birîndar bûn. Êş û hêrsa me wekî ya roja pêşîn e. Em careke din berpirs û kujerên vê qetlîamê nalet dikin.

Serdema muzakereyên aştiyê yên di navbera salên 2013 û 2015’an di nav civakê de aramiyek pêk anîbû. Lê desthilatdariya AKP û Erdogan di hilbijartina herêmî û ya serokkomariyê de negihiştibû armanca xwe û dest bi êrîşan kiribû. Provokasyona li Agiriyê û êrîşa li dijî mîtînga li Amedê ya HDP’ê nîşanên vî tiştî ne.

Di qetlîama Enqereyê de jî yek peywirdarê dewletê, yek polîs û yek gerînendeyê emniyetê nehatin darizandin. Em diyar dikin heta ku kujerên vê qetlîamê derkevin holê em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Em diyar dikin ku ji darizandina kesên ku ev qetlîam pêk anîne em ê tevlî çalakiyên ji bo protestokirina qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqereyê bibin û em bang li hemû hêzên aştîxwaz û demokrat dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin.”