HDK: Bila Kamp Armen radestî Ermeniyan bê kirin
HDK’ê nerazîbûn nîşanî hewldanên li dijî Kamp Ermen da û got: “Divê ti kes li hilweşîna ku niha hatiye sekinandin, nefikire. Pêwîst e demildest radestî gelê Ermenî bê kirin."
HDK’ê nerazîbûn nîşanî hewldanên li dijî Kamp Ermen da û got: “Divê ti kes li hilweşîna ku niha hatiye sekinandin, nefikire. Pêwîst e demildest radestî gelê Ermenî bê kirin."
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî hewldanên hilweşandina Kamp Armen de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hilweşîna Kamp Armen bi saya berxwedana aktîvîstan hat sekinandin. Kamp Armen, hêtîmxaneyeke ku hêtîmên Ermenî bi destê xwe çêkiriye. Kesên rantxur, herî dawî ji bo hilweşandina hêtîmxaneyan jî ketin nava hewldanan.”
DIVÊ MUZAKERE ZÊDE NEYÊ DIRÊJKIRIN
Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Cudahiyek Kampa Armen heye. Kesên di 1915’an rastî qirkirinê hatin, bi hêza xwe ev der çêkirine. Niha dixwazin vê derê hilweşînin. Ger pêşî li vê nehatiba girtin wê Kampa Armen bihata hilweşandin. Niha çêkirina wê hatiye rawestandin û divê kes êdî hilweşînê nefikire. Divê muzakereyên di navbera Midûriyeta Weqfa Giştî û Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê û berdevkên berxwedêrên Kampa Armen, êdî zêde neyê dirêjkirin.”
HDK’ê daxwaz kir ku divê Kampa Armen demildest radestî Ermeniyan bêkirin û bang kirin ku 22’ê Gulanê saet di 19’an de ji bo piştevaniya Kampa Armen li Tunelê bên cem hev.