HDK-A plansaziya xwe ya dema bê eşkere kir

HDK-A, encamnameya civîna xwe ya çend roj berê li dar xist, eşkere kir. Di encamnameyê de plansaziya dema bê hate ragihandin.

Meclîsa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-A), 4'ê Adarê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê civîna xwe ya sêyemîn li dar xist. Encamên civînê bi daxuyaniyeke nivîskî hate ragihandin.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku ji Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Swîsre û Îtalyayê 42 endamên meclîsê tevlî civînê bûne.

Li gorî encamnameyê ku berxwedana Efrînê hate silavkirin, plansaziya dema bê wiha ye:

"Weke Platforma Xwedîderketina li Efrînê, ji bo bicihanîna biryarên platformê wê berpirsyarî bi cih werin anîn.

Hemû çalakiyên 8'ê Adarê wê li gel destekdana Efrînê bên lidarxistin.

HDK-A wê bi xurtî tevlî çalakiyên Newrozê yên 15-21'ê Adara 2018'an bibe.

Bi wesîleya 18'ê Adarê Roja Girtiyan a Navneteweyî çalakî bên lidarxistin.

Wê tevlîbûn li çalakiya kon a li ber Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê ya 19-23'ê Adara 2018'an bê kirin.

Wê beşdarî mîtînga navendî ya 27'ê Adara 2018'an a li ber avahiya NATO ya li Brukselê bibe.

Di navbera 24-25'ê Adara 2018'an de wê tevlî konferansa navneteweyî ya ji bo maf û azadiyên bingehîn bê kirin ku ji aliyê Platforma Êdî Bes e ve li Frankfurtê pêk were.

Li dijî siyaseta krîmînalîzsyonê ya li Elmanayyê wê xwedî li kampanya îmzeyan bê derketin.

Êrîşên Elmanyayê yên li ser gelê Kurd û desteka ji bo şerê dagirkeriyê yê li ser Efrînê wê were teşhîrkirin.

Bi wesîleya 24'ê Nîsanê salvegera Qirkirina Ermeniyan wê panelên bi mijara 'qirkirinê' bên lidarxistin.

HDK-A wê tevlî çalakiyên 1'ê Gulanê û Paskalya bibe.

Ji bo boykotkirina malên Tirk û tûrîzma Tirkiyeyê ku fînansmana êrîşên li ser Efrînê ye, bang li gelên Ewropayê bê kirin.

Ji bo piştgirî ji Efrînê re were dayin wê şev û panel bên organîzekirin.

Ji bo xwedîderketina li berxwedana serdemê wê hewl bide ku heyetekê bişîne Efrînê.

Ji bo betalkirina peymana hilberîna tankan a Rheinmetal bi dewleta Tirk re, wê li her cihî çalakî werin lidarxistin.

Ji bo teşhîrkirina nîjadperestiya li Ewropayê wê kar bê kirin.

Wê piştgirî ji akademîsyenên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man koçî Ewropayê bikin bê dayin."