Kongreya Demokratîk a Gelan a Ewrûpayê têkildarî Qetlîama Parîsê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û bangî meşa di 6’ê Çile de kir.
Daxuyanî wisa ye:
“Di 9’ê Çileya 2013’an de bi hevkariya dîktatoriya AKP-Erdoğan û dewleta Fransayê sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin.
Ligel ku 5 sal ji ser vê qetlîamê derbas bûye jî, têkoşîna edaletê hê jî didome. Di îddîanameya dozê de têkiliya dewleta Tirk û MÎT’ê gelek caran hatiye diyarkirin jî tekane bersûc Omer Guney jî beriya ku derkeve pêşberî dozger bi ‘mirin’eke bi guman ji holê hate rakirin.
Di salvegera 5’emîn a vê qetlîamê de ji bo ku kujerên rastîn derkevin holê, edalet pêk were û li Ewrûpayê pêşiya cinayetên din ên siyasî werin girtin, em hemû jin,ciwan, kedkar û gelên Kurdistan û Ewrûpayê vedixwînin meşa di 6’ê Çile de ya li Parîsê.