HBDH: Roj roja xwedîderketina Rojava ye!

HBDH’ê got, “Roj roja xwedîderketina Rojava ye, ji bo têkçûna dagirkerên ku destekê didin çeteyan roj roja seferberiyê ye.”

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) der barê êrîşên dagirkeriyê ên li ser Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Daxuyaniya HBDH’ê bi vî rengî ye: 

"Em di pêvajoyeke welê de ne ku em şahidiyê ji pêşketinên girîng ên li Rojhilata Navîn re dikin. Rêjîm hildiweşin, şer kûrtir dibin. Di vê pêvajoya dîrokî de pirsgirêka Kurd careke din di rojeva gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî Tirkiyeyê de ye.

Di tevahiya dîrokê de hêzên emperyalist ji bo pirsgirêka Kurd çareser nebe destek dane şerê derketî û di van deman de bi hêzên mêtinger re têkiliyên tifaqî avakirine.  

Îro jî êrîşên berfireh ên dagirkeriyê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta faşîst û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyê ku piştgiriya wê dikin ve pêk tên. Piştî ku rejîma Esad di 8'ê Kanûnê de hilweşiya, pêvajo veguherî êrîşeke dijber a li ser xakên Şoreşa Rojava.  

'ARMANCA WAN TASFIYEKIRINA DESTKETIYÊN GELÊ KURD E'

Rejîma Erdogan a faşîst bi bikaranîna hemû derfetên xwe re hewl dide Şoreşa Rojava bifetisîne. Desthilatdarî tevahiya polîtîkaya xwe ya derve li ser bingeha polîtîkaya tesfiyekirina destketiyên gelê Kurd ava kiriye. Bi bacên gelên kedkar ên Tirkiye û Kurdistanê re, çeteyên SMO tên xwedîkirin û polîtîkayên dagirkeriyê tê pêkanîn. Ji ber vê yek ji sedemên destpêkê yên xizaniya gelê me, polîtîkayên şerê qirêj ên ji aliyê desthilatdariya faşîst ve tên meşandin e.  

Polîtîkayên şerê qirêj ên bi salan e dewam dikin, nirxên aborî û civakî yên ji siberoja karker û kedkarên Tirkiyeyê û gelan hatine dizîn, vediguherînin şerê qirkirinê yê ku desthilatdariya faşîst li dijî gelê Kurd dimeşîne. Di vî alî de şerê qirêj û êrîşên faşîzan xizanî û kedxwariyê kûrtir dike.

Desthilatdariya faşîst, li aliyekê di polîtîkayên xwe yên şer ên li hemberî gelê Kurd de israr dike û li aliyê din jî, ji bo pirsgirêka Kurd a li nava welêt pêvajoyeke nû bide destpêkirin nîşaneyên nû dide. Beriya her tiştî divê bê zanîn ku rastiya neçareserkirina pirsgirêka Kurd bûye girêkek mezin. Rastiya desthilatdariya faşîst a ku nikare têkoşîna azadiyê ya Kurd bi polîtîkaya xwe ya neçareseriyê û êrîşên tinekirinê têk bibe raxistiye pêş çavan. Ya ku hêzên desthilatdar mecbûr dike li ser pirsgirêka Kurd biaxive, têkoşîna azadiyê ye ku gelê Kurd û çîna karker a Tirkiyeyê û hêzên sosyalîst bi salan e dimeşînin û berdêla vê dane. Ji niha û pê ve jî diyarkera bingehîn a pêvajoyê wê têkoşîna van hêzan be.

'XWEDÎ LI ROJAVA DERKETIN PEYWIRA SEREKE YE'

Desthilatdarî îro ji aliyekê ve ji bo siyaseta Tirkiyeyê îşaret bi pêvajoya çareseriyê dike û daxuyanî dide û li aliyê din jî êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser xaka Rojava jî dijwartir dike. Di vî alî de parastina Şoreşa Rojava di heman demê de tê wateya parastina siberoja gelên Rojhilata Navîn. 

Gelên Li Sûriyê ne bê siberoj in. Li Sûriyeyê ji bilî çeteyên îslamîst ên selefî yên weke HTŞ û SMO yekane hêza ku bi rastî jî siberoja demokratîk û azad a gelan temsîl dike Şoreşa Rojava û rêveberiya demokratîk a xweser a li dora fikra wê ava bûye.

Em weke Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, xwedî li Şoreşa Rojava derdikevin. Li ser vî esasî ji bo desthilatdariya faşîst a dagirker di êrîşên li ser Rojava de têk biçe, em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.

Desthilatdariyê faşîst îro li dijî gelê sivîl ê ku bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bendava Tişrîn, Pira Karakozax û Kobanê li ber xwe didin, komkujiyan dike. Ev rastî tenê radixe ber çavan bê ka desthilatdariya faşîst çiqasî dijminatiyê li têkoşîna azadiyê ya gelan dike.  

Desthilatdariya faşîst a ku li Rojava gelê sivîl qetil dike, li dijî kesên demokrasî û azadiyê dixwazin di nava sînorên xwe de jî her cure zext û êrîşan pêk tîne.  

Qeyûm tayînê şaredariyan dike, siyasetmedar tên girtin û rojnamevan tên binçavkirin. Ev rastî hemû delîla israra desthilatdariya faşîst a di polîtîkaya şer de ye û ne çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Li dijî van hemû êrîşan, avakirina hevgirtineke şoreşger a enternasyonalîst ku sînorên desthilatdariya faşîst derbas dibe, erka me ye. Xwedîderketina Şoreşa Rojava û bi her awayî li Tirkiyeyê şermezarkirina rejîma dagirker, erkekî bingehîn ê şoreşgerî ye. Têkbirina faşîzmê wê rê li ber têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê veke. Li ser vê bingehê ji bo êrîşên desthilatdariya faşîst ên dagirkeriyê li dijî Şoreşa Rojava têk biçe, divê em hemû derfetên xwe seferber bikin.

Banga me li çîna karker û kedkarên Tirkiyeyê ew e ku li pêşberî vê dagirkeriya faşîst bêdeng nemînin. Li ser vê bingehê divê em li dora ala Şoreşa Yekbûyî bibin yek û li dijî hêzên mêtînger ala azadî û wekheviya gelan bilind bikin.

Roj roja xwedîderketina Rojava ye, ji bo têkçûna dagirkerên ku destekê didin çeteyan roj roja seferberiyê ye. 

Divê milîsên HBDH'ê li hemû qadên ku lê ne, dagirkeran û komên qirker ên faşîst ên destekê didin wan bikin hedef. Li ser vê bingehê pêwîste êrîşa dagirkeriyê ya li hemberî Kobanê ku sembola Şoreşa Rojava ye, bi ruhê Kobanê were bersivandin.”