HBDH: Me ofîsa endamê TFF’ê rûxand

HBDH’ê ragihand ku ofîsa endamê Desteya Rêveberiya TFF’ê Hasan Akinciogû rûxand.

Tevgera Şorgeşgerî ya Yekbûyî ya gelan (HBDH) diyar kir ku ofîsa endamê Desteya Rêveberiya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê  (TFF) ku girêdayî AKP’ê ye rûxandin.

HBDH’ê ev agahî da: “22’yê Çileya 2020’an ofîsa endamê Desteya Rêveberiya Federasyona Fitbolê ya Tirkiye (TFF) Hasan AKincioglû a li navçeya Mûratpaşa ya Entalya û heman demê bloka faşîst a AKP’ê fînanse dike û rasate rast têkiliya wî bi Erdogan re heye milîsên HBDH’ê rûxandine."