HBDH ji bo Deniz Poyraz li Amedê meşiya

Milîsên HBDH Kurdistanê ji bo Denîz Poyraz a HDP’î ku li Îzmîrê hatibû qetilkirin meşiya û got: “Berpirsê vê êrîşê dewleta faşîst e. Divê hesab bide. Sond dixwin ku wê bidin.”

Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Kurdistan ragihand ku milsîên HBDH-Kurdistan şeva 20’ê Hezîranê taxa Seyrantepe ya Amedê meşek lidar xistin.

Mislîsên HBDH’ê di meşê de fîşekên hewayî û bombeyên deng teqandin, berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan silav kirin û soza bersivdayîna êrîşa li ser HDP’ê ku Denîz Poyraz hate qetilkirin da.

HBDH-Kurdistan got: “Em hêzên HBDH’ê gavekê ji şer û têkoşîna xwe ya li dijî desthilata faşîst û azadiya gelên hejar û refa karker a li çiya û bajaran bi şûn ve navêjin. Em li ser rêya Denîz Gezmîşan dimeşin. Denîzek çû hezar hatin. Em hevrêyên Denîz Poyraz in. Çok nadanin, narawestin, qebûl nakin û tine nabin!.

Berpirsê vê êrîşê dewleta faşîst e. Divê hesab bide. Sond dixwin ku wê bidin. Roj roja hesab pirsînê ye. Divê hesab ji faşîzmê bê xwestin, dewleta faşîst divê bê hilweşîn.”