HBDH'ê ji bo berxwedana Eyn Îsa û Til Temirê banga 'piştgiriya aktîf' kir

Komîteya Rêveber a HBDH'ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa û Til Temirê banga piştgiriya aktîf a li berxwedanê kir.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî êrişên li ser Eyn Îsa û Til Temirê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk bi mehan e gefê li ser modela rêveberiya xweser dixwe ku ev model ji aliyê gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ve bi hevparî hate avakirin. Bi heman e bombardûmaneke giran li xeta Eyn Îsa û Til Temirê dike. Bi êrişên dawî yên li ser Eyn Îsayê re, bi piştgiriya yekser û neyekser a dewletên emperyalîst û paşverû, dewleta Tirk an jî hêzên din ên paşverû yên herêmî dixwazin vî bajarî ji Rêveberiya Xweser qut bikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çarenûsa xwe û qedera Şoreşa Rojava kirine yek. Mîna bajarên din xelkê Eyn Îsayê jî bi îradeya xwe ya azad xwe dane aliyê Şoreşa Rojava. Lewma xelkên Eyn Îsa û Til Temirê li dijî êrişên dagirkeriyê û desteserkirinê yên dewleta Tirk li ber xwe dide. Xelkê Eyn Îsayê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku bi çekên giran dike, têk bir."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelên Tirkiyeyê yên bindest bi xwedîderketin û piştevaniya bi Rêveberiya Xweser re dikare bi faşîzma dewleta Tirk re paşve gavê bidin avêtin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Berxwedana ku li Til Temirê û Eyn Îsayê dewam dike, bi çeteyan û dewleta Tirk re gavê paş ve dide avêtin. Bicihnehatina armanca van êrişan li berjewendiyên gelên Tirkiyeyê tê. Berxwedana ku li dijî dagirkeriyê tê nîşandan, xizmetê ji gelan re dike ku ji xezeba faşîzmê rizgar bibin.

Dem hatiye ku ji faşîzmê rizgar bibin û bi rengekî dîrokî faşîzmê têk bibin. Bi hêza ku ji pêngava 'Em faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixin' werdigirin, em nîşan bidin ku xelkên Eyn Îsa, Til Temir û tevahiya xelkên Rojava bi tenê nînin. Rizgariya gelên Tirkiyeyê yên bindest, bi piştevaniya bi xelkên Rojava dibe. Ji bo rizgariya ji faşîzma dewleta Tirk û rizgariya ji rejîma yek şexsî, gelekî girîng e ku piştevaniyeke xurt a gelan û têkoşîna hevpar bê afirandin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

"Ji bo polîtîkayên emperyalîst bê têkbirin û faşîzm di nava xwîna ku dirijîne de bê fetisandin, em bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin berxwedana Eyn Îsa û Til Temirê. Têkoşîna hevpar û piştevaniya gelên bindest, li dijî emperyalîzm û faşîzmê çeka me ya herî xurt e. Em vê çekê îro ji bo berxwedana gelê Rojava bi kar bînin ku sibe li tevahiya herêmê piştevaniya xurt a gelan biafire."