HBDH'ê Ulaş Bayraktaroglu bi bîr anî

Komîteya Rêveber a HBDH'ê di salvegera 4'an a şehîdbûnê de endamê xwe yê damazirandêr Ulaş Bayraktaroglu bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de Komîteya Rêveber a HBDH'ê got, ''Beriya niha bi 4 salan 9'ê Gulana 2017'an Ulaş Bayraktaroglu (Mehmet Kurnaz) li Reqayê di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de nemir bû. Ulaş Bayraktaroglu, di nav tevgera şoreşger a Tirkiyê de yek ji wan şoreşgerê pêşeng bû ku salên 1990'î giha bû.''

Hate bibîrxistin, ''Ulaş Bayraktaroglu 2014'an berê xwe daye Qadên Parastinê yên Medyayê di têkoşîna vê qadê de navê Mehmet Kurnaz li xwe daniye. Li vê qadê ji tecrûbeyen leşkerî yên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hîn bûye.''

Bi domdarî rola Bayraktaroglu ya li ser avabûna HBDP'ê hate bibîrxistin û hate gotin, ''Weke Mehmet Kurnaz bûye rêberê damezirandêr a DKP/BOG'ê. Li Qadên Parastinê yên Medyayê û di berevaniya şoreşgeriya enternasyonalîst a şoreşa Rojava de rola hevrê Mehmet Kurnaz bênîqaş e. Di xebatên avakirina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan de keda hevrê Ulaş zêde ye.''

HBDH'ê di peyamê de wiha got:

''Îro dema ku mirov li van çar salên dawî dinere, îdealên Ulaş Bayraktaroglu di têkoşîna me ya şoreşger a yekbûyî de bi rengekî zindî dijî. Têkoşîna dijî faşîzmê ji çiyayên Kurdistanê heta bi Deryayareş, li kuçeyên Stenbolê ji milîsên ku rêxistiniya çalakiyan dikin, bi giştî heta bi çalakiyên girseyî yên şoreşger, li hemû qadên jiyanê têkoşîna şoreşger a yekbûyî geş dibe û rêxistinî dibe.

Di şexsê hevrê Ulaş de hemû nemirên me di vê têkoşînê de dijîn û navên wan ji bo nifşên dahatuyê têne veguhaztin.

Soza me ya li Ulaş Bayraktaroglu daxwaza wî şoreşa yekbûyî ya Kurdistanê û Tirkiyê bi ser bixin. Bi vê çarçoweyê li hemû qadên jiyanê em ê bîranîna wî ya ezîz û helwesta wî ya şoreşger di têkoşîna me ya şoreşger a yekbûyî de bidin jiyîn.''