HBDH'ê şoreşgerên di 19'ê Kanûnê de hatin qetilkirin bi bîr anî

HBDH'ê şoreşgerên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anî û got: ‘’Girîngtirîn şertê hilweşandina faşîzmê nîşandana sekna bibiryar a weke şoreşgerên 19'ê Kanûnê ye.’’

Komîteya Rêveberiyê ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi boneya salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê daxuyaniyek weşand.

HBDH’ê di daxuyaniya xwe de got: ‘’Faşîzma AKP’ê, kevneşopiya dewleta qirker a dîroka Komarê didomîne. Desthilatdariya ku li hemberî hemû têkoşînên şoreşgerî ditirse, serî li êrîşkariya kevneşopiya dewletê dide. Li hemberî bindestan  polîtîkayên herî dijwar ên dewletê tên meşandin.’’

Dewama daxuyaniya HBDH’ê bi vî rengî ye:

‘’Hin girtîgehên cuda ên ji bo teslîmgirtina îradeya şoreşgerî hatine avakirin, di roja îroyîn de jî nîşaneya wê yekê ne ku desthilatdarî hewl dide wan ji bo pêşxistina tecrîdê bi kar bîne. Lê belê tevî hemû êrîşan jî faşîzmê nekariye di nava têkoşîna dîrokî de îradeya şoreşgerî teslîm bigire. Şoreşgeran li hemberî êrîşên faşîzmê ji bo şoreş û azadiyê berdêl dane û ev yek îro jî berdewam dike. Şoreşgeran li hemberî êşkenceyên faşîzmê parastina rûmeta mirovahiyê kirine.

Dewleta Tirk dema ku dibîne li hemberî têkoşîna şoreşgeran têk diçe, nasnameya xwe ya qirker bi awayekî eşkere nîşan dide. Di 19’ê Kanûna 2000’î de li 20 girtîgehan bi awayekî hemwext êrîş hatin pêşxistin ku ev yek ji mezintirîn komkujiyên girtîgehan e. Greva birçîbûnê ya girtiyên şoreşger a li hemberî derbasbûna girtîgehên Tîpa F ku pergala tecrîd û îzolasyonê ne, di roja 40’emîn de veguherî rojiya mirinê. Bi biryara Hikûmeta DSP-ANAP-MHP’ê ya wê demê ji bo çewisandina pêla şoreşgerî ya li girtîgehan pêş diket û bilind dibû û ji bo ku girtîgehên Tîpa F bixin meriyetê komkujî hate pêşxistin.  Di 19 Kanûna 2000’î de bi tevlîbûna hezaran leşker û polîsan bi çek û çekên kîmyewî êrîşek hate kirin û di encama êrîşê de 28 şoreşger hatin qetilkirin û bi hezaran şoreşger jî birîndar bûn.

Divê neyê jibîrkirin ku hemû qirkirinên bi destê dewletê tên kirin, encamên polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk ên li dijî şoreşger û tevgera azadiya gelê Kurd in. Heman rewş îro li Başûr û Rojava jî xwe nîşan dide. 

Grevên karkeran, çalakiyên bihêz ên tevgera jinan, sekna li zîndanan, têkoşîna gerîlayên azadiyê ya li çiyayan û derbeyên milîsên me ên li bajaran faşîzmê lawaz dikin.

Girîngtirîn şertê hilweşandina faşîzmê nîşandana sekna bibiryar a ya weke şoreşgerên 19'ê Kanûnê ye. Em weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) nemirên ku li hemberî faşîzmê têkoşîna bibiryar dane meşandin, silav dikin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê hesaba komkujiyan bipirsin.’’