HBDH'ê şewata li depoya Bursayê ya Yed-i Emin anî ser xwe

Milîsên HBDH'ê şewata li depoya  Yed-i Emin ku li Bursayê bi sedan wesayît lê ne anî ser xwe.

Di daxuyaniyê de ya li ser navê Milîsên HBDH'ê hate gotin piraniya wesayitên li depoyê yên îstîxbaratê û saziyên din ên dewletê ne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ''15'ê Îlonê li ser depoya  Yed-i Emîn a Bursayê milîsên me çalakiyek kirine. Li vê qadê bi sedan wesayitên emniyetê hene û ji aliyê me ve tespita wê hatiyek irin ku gelekên ji van wesayitan ên îstîxbaratê û saziyên din ên dewletê ne. Di encama çalakiyê de bi saetan teqîn berdewam kirine û bi dehan wesayit bûne xwelî. Lê medyaya birkê weke her carê rastî nixumandine û bi nûçeyên derew şewata li depoyê mîna şewateke jirêzê nîşan daye.''