HBDH'ê li Stenbolê çalakiya sabotajê kir

Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH'ê li Stenbolê çalakiyeke sabotajê kirin.

Di daxuıyaniya Milîsên Mahsûm Korkmaz ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HDBH) de hate gotin, "29'ê Adara 2021'ê bi şev li herêma pîşesaziyê ya Arnavûtkoy a Stenbolê, li hemberî trafoyê belavkirina elektrîkê çalakî hate kirin. Di çalakiyê de ku bi teqemeniyê hate kirin, trafo hate teqandin û li beşeke herêma pîşesaziyê hilberîn bi saetan hate rawestandin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev çalakî ji Mahîr Çayanan heta Mahsûm Korkmazan, ji bo bîranîna hevrêyên me yên leheng ên di şerê gerîla, şoreş û sosyalîzmê de şehîd bûn, hate lidarxistin."