HBDH’ê li Edeneyê li dijî polîsan çalakî lidar xist

Milîsên Kemal Pîr ên HBDH’ê şeva 1’ê Îlonê li navçeya Yuregir a Edeneyê li dijî kûlubeya ku polîsan nobet lê digirt, çalakî li dar xist.

Milîsên Kemal Pîr ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) wiha got: “Şeva 1’ê Îlonê me êrîş bir ser kûlubeya li Yuregirê ku polîsan nobet lê digirt. Di encama êrîşa bombeyî de polîst ketin panîkê, gule li derdorê reşandine. Milîsên me piştî êrîşê bi rengekî serkeftî gihiştin cihê xwe.”

Hat diyarkirin ku ev çalakî ji bo bîranîna girtiyê nexweş Şakir Tûran ku ji aliyê dewleta Tirk ve li girtîgehê hat qetilkirin, hat lidarxistin.