HBDH’ê çar şehîdên li Rojava bi bîr anî

Desteya Rêveber a HBDH’ê şoreşgerên bi navê Ceren Guneş, Aynûr Ada, Îmran Firtina û Demhat Gunebakan bi bîr anî yên ku li Rojava li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şehîd bûne.

Desteya Rêveber a HBDH’ê diyar kir ku her çar şoreşger, piştî şerekî qehremanî şehîd bûne.

Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bi tundî didome. Gelên Rojava bi hemû hêza xwe li hemberî van hewldanên êrîşan derdikevin. Her roja berxwedanê nirxekî din ên ji bo mirovayetiyê ava dike. Di vî şerî de gelên Rojava li ser axa xwe ya azad ji bo parastina hemû nirxên mirovayetiyê li ber xwe dide.

Li pêş çavê cîhanê hewl tê dayîn ku şoreşa gelê Rojava were xeniqandin. Ji DYE heta NATO, ji Yekîtiya Ewropayê heta Rûsyayê hemû serwerên pergala emperyalîst û kapîtalîst para wan di êrîşa li ser Rojava de hene.

HBDH ji roja ku ava bûye û heta niha li çeperên şoreşa Rojava giyanekî nemir werdigire. Şervanên HBDH’ê li eniyên pêş rêya biratiya gelan nîşan dide. Kadroyên pêşeng ên HBDH’ê Ceren Guneş, Aynûr Ada, Îmran Firtina û Demhat Gunebakan piştî şerekî bi qehremanî nemir bûn. Ew di çeperên berxwedanê yên Rojava de bûn şirîkê destana mirovayetiyê.

Em hay ji mîrata şoreşger û peywirên dîrokî hene yên ku wan ji me re hiştine. Wê têkoşîna me ya li ser rêya nemiran heta serfiraziyê bidome.”