Hawirdorparêz û dij-kapîtalîst li Heskîfê tên cem hev
Hawirdorparêz û dij-kapîtalîst li Heskîfê tên cem hev
Hawirdorparêz û dij-kapîtalîst li Heskîfê tên cem hev
Bernameya Kampa Piştevaniya Heskîfê ‘Barajarock’ ya ji bo ku rawestandina Bendava Ilisuyê ya li Heskîfê pêk tê temam bû. Ji Kurdistan û her çar aliyê cîhanê hawirdorpêz, akademîsyen û dij-kapîtalîst dê sê rojan nobetê bigirin.
Di encama bertekên li dijî Bendava Ilisuyê ku dibe sedema wêrankirin xweza û dîrokê û çalakiyên gerîlayan înşata bendavê hate sekinandin û ji bo ku Heskîfa ku ji 10 krîterên UNESCO’yê 9 heban dihunidrîne di bin avê de nemîne ji her çar aliyê cîhanê ekolojîst û hunermend xwedî li vê mîrateya hevpar derdikevin.
Koordînatorya Giştî ya Kampa Piştevaniya Heskîfê Şukran Aydin der barê amadekariya xebatên Kampa ku dê di navbera 19-21’ê îlonê de pêk bê de agahî da û diyar kir ku amadekariyên kampê temam bûne.
Aydin got: “Kampa me dê di navbera 19-21’ê îlonê de pêk bê. Li kampê bi roj dê panel, pêşangeh û fom pêk bên. Bi şev jî dê konser hebin. Niha înşata bendava ku dê Heskîfê tune bike hatiye sekinandin. Hêviya me ev e ku careke din dest pê neke. Texrîbata ku bendav li ser xwezayê dike dê ji aliyê akademîsyenên ku tevli kampê dibin ve bê vegotin. Roja dawî jî bi forumê re dê berxwedana me hebe.
Ji Hewldana Jiyana Heskîfê Omer Faruk Akyuz jî axivî û diyar kir ku rayedarên dewletê yên ku dixwazin Heskîfê di bin avê de bihêlin bi biryarên û got ew dê desturê nedin temamkirina vê bendavê û wiha berdewam kir: “Ev nêzî 20 rojiye em organîzasyona Kampa Piştevaniya Heskîfê dimeşînin. Aliyên akademîsyen yên cuda û komên hunermendên alternatîf emê bikin mîvan. Me hemû amadekariyên xwe temam kir. Em bernameya xwe deklare dikin. Di kampa sê rojan ya ku em li perava çemê Dîcle ya li Heskîfê ava diikin de dê ser polîtîkayên enerjiya alternatîf, rêveberiyên herêmî û ekolojiyên bernameyên me hebin. Her wiha ji sibê şûde der barê Heskîf di nava aktîvîte û bernameyan de be emê rêza çalakî û bermayên xwe aşkera bikin. Em hedef dikin ku van çalakiyan biguherin berxwedanê.”
Di kampê de dê atolye, semîner û xwepêşangeh, konser pêk bên. Roja yekem di bernameyê de bi wêneya avakirina atolyeya vebêjê, atolyeya jiyana xwezayê û bi nîşandana belgefîlmekê der barê bendavann de nîqaş. Her wiha dê polîtîkayên enerjiya alternatîf yên herêma Îspanya Baskê bên nîqaşkirin. Bername dê êvarê b konserê bi dawî be.
Roja din piştî gera Heskîf û Geliyê Dîcle şûnde dê mijarê weke ekolojîk demokrasî, tevgera ekolojîk, polîtîkayên enerjiyê, rêveberiyên herêmî bên nîqaşkirin. Di 20’ê îlonê de paşeroj û pêşeroja Heskîfê dê bê nîqaşkirn. Piştre dê konserek bê dayîn.
Di 21’ê îlonê de hesînên pira Heskîfê bi rengan bê boyaxkirin û nîvro jî dê panelek bê lidarxistin. Êvarê jî dê konserek bê dayîn.