Hatimoglûllari: Roj naçe ku mafên mirovan nayê binpêkirin

ÎHD’a Enqereyê şahiya salvegera 38’emîn a damezrandina xwe li dar xist. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari axivî û got: “Roj naçe ku mafên mirovan nayê binpêkirin.”

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê bi boneya salvegera 38’emîn damezrandina ÎHD'ê şahiyek li dar xist. Şahî li avahiya ÎHD’a Enqereyê pêk hat û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, rêveberên DEM Partiyê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES), Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) beşdar şahiyê bûn. Di şahiyê de sînevîzyona li ser dîrok û têkoşîna ÎHD’ê hatibû amadekirin hat nîşandan.

Axaftina destpêkê Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen û Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci kirin û diyar kirin ku ÎHD 38 salî ye û ji bo mafên mirovan têdikoşe û ew ê her ji bo mafên mirovan têkoşînê bike û ew cîhanek bê binpêkirina mafên mirovan dixwazin.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari axivî û salvegera ÎHD’ê pîroz kir û serkeftinên mezintir ji ÎHD’ê re xwest. Hatimogûllari destnîşan kir ku dîroka ÎHD’ê dîroka mafên mirovan e. Hatimogûllari diyar kir ku wê jî du serdeman li ÎHD’ê rêveberî kiriye û xebat û rêveberiya ji bo ÎHD’ê cihê şanazî û rûmetê ye.

Hatimogûllari destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di heyamek wiha de hewcedarî bi têkoşîna mafên mirovan heye û got: “Di roja me ya îro de li Tirkiyeyê rejîma otorîter û faşîst heye. Li girtîgehan her roj binpêkirin diqewimin. Roj naçe ku mafên mirovan nayê binpêkirin. Lewma hin bêtir pêwîstî bi têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirovan heye.”

Çalakî bi şahiya stranan bi dawî bû.