Hasan Kaçar hate berdan

Hasan Kaçar ku li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê ji ber ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakî dikir hate destgîrkirin, hate berdan.

Hasan Kaçar ku 23'ê Mijdarê li Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate dersînorkirin, di 1'ê Kanûnê de li Silêmaniyeyê li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî çalakî dikir, lê hate destgîrkirin.

Kaçar piştî ku şevekê li Asayîşa Silêmaniyeyê hate hiştin, 2'ê Kanûnê piştî nîvro hate berdan.

Hasan Kaçar tevî hevser û du zarokên xwe yên biçûk ên ji Bakurê Kurdistanê 23'ê Mijdarê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ya Hewlêrê ve hatibû dersînorkirin.

Kaçar ji bo şermezarkirina van kiryarên li dijî malbata wî li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyeyê kon veda û dest bi çalakiyrê kir.

Kaçar 12 salan li girtîgeha dewleta Tirk hatibû hiştin û li ser israra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber nexweşiya kronîk sala 2014'an tevî 20 girtiyên siyasî hatibû berdan.