Halîm Dener ê ji aliyê polîsê Elman ve hat qetilkirin hat bîranîn
Ji bo Halîm Dener ê ji aliyê polîsê Elman ve hat qetilkirin, li bajarê Hannover ê Elmanyayê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Halîm Dener ê ji aliyê polîsê Elman ve hat qetilkirin, li bajarê Hannover ê Elmanyayê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.
Ciwanê Kurd Halîm Dener ê di sala 1994'an de ji aliyê polîsê Elman ve hat qetilkirin, bi çalakiyekê hat bîranîn.
Çalakî ji aliyê Ciwanên Azad, YXK, IL, Korn, YDG, Nav-Dem Hannover, Meclısa Jinê ya Ronahî û gelek saziyên demokratîk ve hat organîzekirin. Bi qasî 200 kes beşdarî çalakiya bîranînê bûn.
Di çalakiyê de ji bo bîranîna Dener axaftin hat kirin, belavok hatin belavkirin û soza mezinkirina têkoşîna wî hat dayîn.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
HALÎM DENER
Halîm Dener di êvara 30'ê Hezîrana 1994'an de, dema afîşa ERNK'ê dadiliqand, ji guleya polîsekî Elman ve hat qetilkirin. Dener ê di sala 1977'an de li Kurdistanê ji dayik bû, beriya bê Elmanyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû binçavkirin, di binê çavan de îşkence lê hatibû kirin û gundê wî hatibû şewitandin.