Hagel: Wê DYA êrîşî navendên DAIŞ ên li Sûriyeyê bikin
Hagel: Wê DYA êrîşî navendên DAIŞ ên li Sûriyeyê bikin
Hagel: Wê DYA êrîşî navendên DAIŞ ên li Sûriyeyê bikin
Wezîrê Parastinê yê DYA Chuck Hagel, diyar kir wê balafirên Amerîkî li “Nuqteyên DAIŞ ên li Sûriyeyê bidin”.
Hagel ê Senatoyê de axivî got, "Ev navendên fermande, lojîstîk û binesaziyên wan digire nav xwe.”
Serfermandarê Giştî yê DYA Martîn Dempsey jî anî ziman ku wê ev neşibin êrîşî hewayî yên di sala 2003’an de li hember rejîma Saddam Huseyîn.
Wezareta Parastinê ya ya DYA, difikire ku hin şêwirmendên xwe yên leşkerî bi armanca piştgiriya ji artêşa Iraqê re bişîne şer.
Dempsey got, "Dema em bên asta ku şêwirmendên me di êrîşa li hember hedefên Dewleta Îslamê divê piştgiriyê bidin yekîneyên Iraqê, tişta ez ji Serok Barack Obama bixwazim ev e.
Ev gotin bi daxuyaniyên Obama yên wek, ti yekîneyên leşkerî ji bo şerê li Iraqê nayên şandin re hev du nagirin. Artêşa Amerîka zêdetirî du sal û nîv e ji Iraqê vekişiyaye.
Dempesy ji bo êrîşên li Sûriyeyê got; “Dikare bê dewamkirin û demdirêj e.”
Li gel vê hezên hewayî yên Amerîka diyar dike ku ji 8’ê Tebaxê vir ve li Iraqê dijî DAIŞ 162 êrîş pêk anîne. Hat diyar kirin ku zêdetirê van êrîşan li hemberî baregehên çeteyên DAIŞ ên li derdora bendava Mûsil a xwedî girîngiyeke stratejî ku bendava Iraqê ya herî mezin e û baregehên derdora wê pêk anîne. Lê hat ragihandin ku balafirên DYA cara yekem nuqteyeke 25 km dikeve başûrê Bexda topbaran kirine.