Hackerê herî kevn ê dinyayê nebateke parazît e

Nebatên parazît ji bo karibin baştir êrîş bikin agahiyên genetîk ên qurbaniyên xwe didizin. Ev rewş nû nîne. Zêdeyî 30 milyon sal in hackeriyê dikin.

Cuscuta ku cûreyekî nebatên parazît e, ji bo sîstema parastinê ya qurbaniyên xwe têk bibe agahiyên wan ên genetîk didize. Ev rastiya cuscuta di lêkolînekê de hate nîşandan ku Tîrmeha 2019'an li kovara zanistî Nature Plantsê hate weşandin.

Ji zanîngeha eyaleta Pensilvanyayê ya DYE'yê pispora guherîn û pêşketinê ya nebatan Claude de Pamphilis got, "Cuscut nebatên parazît in ku gelekî zêde ne. Êrîşî hemû cûreyên nebatan dikin."

Cuscut ji bo xwe xwedî bikin xwe li qurbaniyên xwe digerînin.

Pamphilis got, "Xwe li nebatan digerîne û ne tenê xwarina wan dixwe. Di heman demê de DNA (agahiyên genetîk ên nebatan) bi rêya rehên wan werdigirin."

Cuscurt bi rêya vê DNA'yê der dora sed genên ji nebatên cuda werdigirin û tevlî genoma xwe dikin.

Zanyar diyar dikin ku cuscurt bi milyonan sal in, bi gotineke din 34 milyon sal in agahiyên qurbaniyên xwe didizin. Lê belê ev nebat destpêkê parazît nebûn. Piştî ku 'sûcê xwe yê destpêkê' kirin, êdî bi qurbaniyên ve hatin girêdan. Hin genên xwe winda kirin û nekarî enerjiya bi têra xwe bike hilberîne. Lewma ji van nebatan re hackerên herî mezin ên destpêkê yên dîrokê tê gotin.