Gunay: Werin em meşa azadiyê mezin bikin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bang li demokratên Tirkiyeyî kir û got, "Werin em bi hev re meşa azadî û edaletê mezin bikin."

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û bûyerên di rojevê de ne nirxand.

Ebrû Gunay di destpêka axaftina xwe de cejna Noelê ya civata Xiristiyan û cejna Yeldo ya xelkê Suryanî pîroz kir.

BIRYARA DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ

Gunay bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û got, "Dadgehê bi biryara xwe re dairzandinên siyasî yên ku Tirkiye ji bo tepisandina gelê Kurd dimeşîne, li qada navneteweyî raxistiye pêş çavan. Ev biryar wê weke şerma Tirkiyeyê di arşîva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de cih bigire. Di biryarê de çi tê gotin? Belgeyên ku we ji bo dewamkirina girtîmayina Demîrtaş pêşkêş kirine, ji bo veşartina armancên cuda yên siyasî ye. Biryara ji bo girtîhiştinê yek ji biryarên we yên klon e ku bi armanca siyasî hatiye dayin."

Ebrû Gunay diyar kir ku ev biryar nîşaneya qetilkirina edaletê ye û xwest, di serî de Demîrtaş hilbijartî û rêveberên wan hemû bên berdan.

Ebrû Gunay got, "Dibe ku Erdogan biryarê napejirîne û dibêje ku wî eleqedar nake. Lê belê biryar Tirkiyeyê eleqedar dike.

Ji Erdogan ê ku dibêje ev biryar wî eleqedar nake em dipirsin û bi bîra wî dixin: Eger ev biryar ji bo we ne derbasdar be, dema ku hûn ji ber helbestê dihatin darizandin hingî we çima serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan?

Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne tenê biryareke, di heman dengê de banga ji bo edaletê ye."

BANGA LI DEMOKRATAN

Di vê der barê de Ebrû Gunay bang li demokratên Tirkiyeyê kir û got, "Ev biryar di heman demê de banga edalet û azadiyê ye li demokratan. Derfeteke. Hevrêyên me bi berxwedanê, bi têkoşînê ev derfet afirandin. Werin em vê derfetê bi hev re mezin bikin. Eger ev desthilatdarî vê biryarê bi cih nîne, divê her kesên demokrasî û edaletê dixwazin, daxwaza berdana Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven û siyasetmedaran hemûyan bikin. Werin em bi hev re meşa edalet û azadiyê mezin bikin."

Ebrû Gunay bal kişand ser cezayê 22 sal û 3 mehan ê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatiye birîn û got, "Hukmê vê biryarê nîne, ji ber ku Leyla Guven îradeyeke."