Gunay: Em dixwazin tifaqeke dîrokî ava bikin

Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay got, "Em dixwazin tifaqeke dîrokî çêbikin ku ti ji muxalîfên xwedî wijdan li derveyî vê tifaqê nemîne."

Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay li avahiya navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê ya heftane lidar xist û mijarên di rojevê de ne nirxand.

Ebrû Gunay anî ziman, ku desthilatdariya AKP'ê piştî hemû derfetên dewletê xiste nava destên xwe, mîna desthilatdariyên beriya xwe dest bi kiryarên êşkenceyê kir û got, "Herî dawî li li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê, hêzên ewlekariyê di dema serdegirtina malan de êşkence li xwediyê malan kirin û dîmenên vê êşkenceyê li nava raya giştî belav bû. Bi rastî jî di wê serdegirtinê de me dît ku kiryarên li derveyî mirovahiyê êdî ji rêzê bûne."

Ebrû Gunay got, "Em careke din dibêjin; êşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye. Hûn ê hesabê vê yekê teqez bidin. Baweriya we ya bi desthilatdariyê bi kêrî tiştekî nayê. Bêguman hûn li aliyekî ne û li hemberî dadgeriya serbixwe hûn ê bêne darizandin. Bi aqil bin."

'HEVDÎTINÊN KU NETEWEPERESTÎ LÊ TÊNE FERZKIRIN, NE CIHÊ ÇARESERIYÊ NE'

Di dewama daxuyaniyê de Ebrû Gunay destnîşan kir ku HDP ji bo demokrasiya Tirkiyeyê çavkaniya hêviyê ye û got, "Bûyerên ku hefteya derbasbûyî di nava blokên siyasî de qewimîn ev rastî careke din ispat kir. Ev zîhniyeta ku nikare ji xeleka hatiye diyarkirin derkeve, nikare ji kodên fermî û zîhniyeta înkarê bibihure, bi kêrî Tirkiyeyê nayê. Em siyasetê weke hunera diyalogê, danûstandinan û çareseriyê dibînin. Ji ber vê yekê, bêguman girîng û watedar e ku partiyên siyasî bi hev bişêwirin, hevdîtinan bikin. Lê belê hevdîtinên, ku li gorî çarçveoya desthilatdariyê hatine diyarkirin, ferzkirinên neteweperestiyê nikare çareseriyê ji pirsgirêkên welêt re peyda bike. Ev yek wê pirsgirêkên welêt kûrtir bike, lêgerîna li çareseriyeke mayinde pêk nîne.

Em HDP û pêkhateyên wê partiyeke welê ne ku xwe dispêrin sosyalîstan, alîgirên demokrasiyê, Elewiyan, yên ji nirxên Îslamî yên demokratîk bawer dikin, kedkar, jinan, ciwanan û hemû nasnameyên ji aliyê sîstemê ve hatine dervehiştin. HDP partiyeke bêhempa ye û li Tirkiyeyê siyaseta jiberkirî têk dibe. Di vê çarçoveyê de tifaqa demokrasiyê ya ku alternatîfa sêyemîn e, ji bo me ne tenê ji hilbijartinê re ye. Li derveyî blokên dewletperestiyê rêya sêyemîn temsîl dike. Em dixwazin armanca welatekî demokratîk pêk bînin. Em ê karibin li ser kîjan zemînê hevpar bigihêjin hev, tevî dost û hevalbendên xwe em ê wê zemînê bibînin û li hev bicivin. Em ê tifaqeke dîrokî ava bikin ku ti ji muxalîfên bi wijdan li derve nemîne. Bi navê HDP'ê ji bo avakirina tifaqa demokratîk em ê kar bikin."