Gunay: Êrîşa li ser Bakur Sûriyê wê rih bide DAÎŞ'ê

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, ''Her êrîşa li ser Bakurê Sûriyê wê DAÎŞ'ê zindî bike.''

Berdevak HDP'ê Ebrû Gunay li avahiya navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyeke çapemeniyê da û li ser rojevê axivî.

Gunay qirkirina operasyona siyasî ya vê sibehê ya li ser TJA'yê bi bîr xist, got Berdevaka TJA'yê Ayşe Gokkan hatiye destgîkirin û diyar kir, ''Bindestkirin ne Ayşe Gokkan çavtirsandî dike û ne jî jinên Kurd.''

Gunay bi berdewamî 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê bi bîr xist û got, ''Kobanê nirxê hevpar ê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya cîhanê ye. Paradîgmaya jina azad e ku DAÎŞ tê birin.''

Gunay got, ''Ên ku digotin ''ti nemaye ku bikeve'' heke weke ku wan xwestî Kobanê biketa, îro DAÎŞ li Iraqê û Sûriyê wê bibûya serwer. Ew hişmenidya tarî û îdeolojî her wiha di serî de li Rojhilata Navîn wê hemû cîhan bikira dojeh. Li ser talokeya ku bi vê hişmenidyê re têkoşîn nehatiba dayin wê çi bibûya em bi geşedanên biêş ên van demên dawî dibînin. Ji ber vê, em pê dizanin ku hişmendiya DAÎŞ'ê bi temamî ranebûye, hê jî bi rêbazên hovene gefê li mirovahiyê dixwe û êrîşê dibe ser wan kesên ku azadî û demokrasiyê dixwazin'' û êrîşên dawî yên li Fransayê bi bîr xist.


Gunay di nirxandinên xwe de rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser dagirkeriya Tirk a li ser Rojava ku 9'ê Cotmehê dest pê kirî bibîr xist û got, vê raporê talana sîstematîk a 'OSO'yê ya Serêkaniyê piştrast kiriye û her wiha di raporê de hatiye diyarkirin di serî de li ser Kurdan, li ser zext û zordarî, êşkence tê kirin, şêniyên bajêr bêgav têne hiştin ku koç bikin û rayedarên Tirk rapirsîna wan dikin, êşkence dikin.

Gunay diyar kir li gel ku encamên dagirkeriyê ev in jî tifaqa AKP-MHP'ê ji bo ku şoreşa Rojava bifetisîne polîtîkaya xwe ya êrîşkar didomîne û got, ''Her êrîşeke li ser Bakurê Sûriyê  wê rih bide DAÎŞ'ê ku bûye bela serê cîhanê.''

Gunay bal kişande ser hêla vîrûsa koronayê ya li girtîgehan û got, ''Hêla vîrûsê her wiha li girtîgehan didome. Herî dawî li gritîgeha Xarpêtê 12 girtî bi vê vîrûsê ketine. Hêla koronayê ji bo ku şertên kambax girantir bikin dikin hincet. Hevdîtinên bêasteng ku mehê carekê divê bêne kirin 8 mehan carekê dikin'' û got hevdîtinên biasteng jî ku heftiyê carekê divê bêne kirin tenê mehê du caran têne kirin. Gunay her wiha diyar ki girtiyên ku têne girtin an jî dibin nexwşxane dema ku vedigerînin girtîgehê, cihên ku ji bo karantînayê lê têne hiştin ne paqij in û got, ''Em ji vê fêhm dikin ku derdê Wezareta Dadê new e ku girtiyan biparêze. Berevajî, pandemî kirine êşkence. ''