Gulum: Desthilatdarî mirinê ferz dike

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum got, desthilatdarî bi guhertina xwe ya qanûnî ya têkildarî girtiyan, mirinê li mirovan ferz dike.

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum got, cihêkariya ku desthilatdarî ferz dike û wernegirtina tevdîrên têrker li girtîgehan dikare bibe sedema mirina gelek mirovan.

Parlamenter Gulum ku hiqûqnas e ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, normal diviyabû baro, saziyên mafên mirovan û rêxistinên jinan tevlî amadekirina qanûna navborî ya bicihanîna ceza bihatina kirin. Gulum diyar kir, piştî ku nêrîna civakê hate wergirtin û nêrîna hevpar hate parvekirin diviyabû guhertin bihata kirin û got, "Amadekirina vê pêvajoyê mîna her carê antî demokratîk e. Saziyên ku di vê mijarê de dixebitin ji nedîtî ve hatin û em dibînin ku ji bo girtiyên siyasî ti guhertin nehatiye kirin."

'HIN GIRTÎ HENE KU DEMA WAN A CEZA BI DAWÎ BÛNE, LÊ DÎL TÊN GIRTIN'

Gulum bal kişand ser newekheviya qanûnên bicihanîna ceza yên berê li Tirkiyeyê hatin amadekirin û destnîşan kir, dadgerî ji xwe mîna mekanîzmayeke ji bo bêdengkirina mûxalefeta civakî dixebite. Gulum bi taybetî bal kişand ser cezayên dîsîplînê yên li girtiyên siyasî hatine birîn û got, "Ev ceza bêbingeh in û hiqûq di nav de nîne. Bi rêya van, gelek caran bi hinceta ku şertê berdan bi şert hatiye binpêkirin, ev şert nehate bicihanîn. Berdana bi kontrol nehate kirin."

ENCAMA KÎN Û NEFRETÊ

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum bi bîr xist ku li girtîgehan ji kapasîteyê zêdetir girtî tên hiştin, zextên kêfî tên kirin, mafên mirovan tên binpêkirin û got, "Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Tevî raporên Tipa Edlî nayên berdan û mehkûmî mirinê tên kirin. Tevî van hemûyan, guhertina ku desthilatdariyê kiriye, encama kîn û nefreta li mûxalîfên siyasî ye. Ji bo mafya, çete û tecawizkaran efû tê ragihandin. Bi vî rengî nayê qebûlkirin."