Gulmen û Ozakça di berxwedanê de bibiryarin

Yên ku kesên li gel perwerdekar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça hatibûn binçavkirin protesto dikirin jî hatin binçavkirin. Gulmen û Ozakça di berxwedana greva birçîbûnê de bibiryarin.

Ji bo berdana akademîsyen Nûriye Gulmen û mamosta Semîh Ozakça ên ku bi BHQ’ê de ji kar hatibûn derxistin ku 75 roj bûn di greva birçîbûnê de û duh hatin binçavkirin, polîsan êrîş bire ser kesên dest bi berxwedanê kirin.

Polîsên ku li ser rêya Kizilay Yuksel êrîş kirin, pankartên li qadê çirandin û 4 kes binçavkirin.

Li vir piştî ku Parzêzar Selçûk Kozagaçli li gel Gulmen û Ozakça li Nexweşxwaneya Dewletê ya Netewî di bin kontrola tenduristiyê re derbas kirin û şûnde birin Şaxê Têkoşîna Bi terorê re ya Çankayê.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Egtîm Senê ve hate kirin wiha hate gotin: “Em daxwaz dikin ku bi lezgîn Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça bên berdan! Daxwaz dikin ku kesên bê hiqûq û maf ji kar hatine derxistin vegerin ser karê xwe.”

Parlementerê HDP’ê yê Enqerê Sirri Sureya Onder jî diyar kir ku piştgirî didin berxwedana perwerdekaran. Onder wiha got: “Bi sed hezaran kes bi BHQ’ê de ji kar hatine derxistin. Ji bo ev rewş bê dîtin ku canê xwe dane holê dixwazin ev rewş li tevahî cîhanê bê dîtin.”