Gul: Fezlekeya ji bo BDP’yiyan rêyek bêçare ye

Gul: Fezlekeya ji bo BDP’yiyan rêyek bêçare ye

Piştî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên ji bo rakirina mafê destnedana parlementerên BDP’ê, Serokkomarê Tirk Abdullah Gul got: “Divê xwe nexin rêyên bêçare. Divê tiştên berê qewimîn neyên dubarekirin.”

Serokkomarê Tirk Abdullah Gul li Koçka Çankayayê di merasima Xelatên Mezin ên Çand-Hunerê de axivî û ji bo fezlekeya rakirina mafê destnedana parlementeriyê ya Parlementera serbixwe Aysel Tûglûk û 9 parlementerên BDPyî got: “Divê em xwe nexin ser rêyên bêçare. Divê bûyerên berê qewimîn, dubare nebin.”

Gul ji bo daxuyaniya Erdogan a bi awayê “Ger PKK’yî çekan deynin dikarin biçin welatek din” nirxand û got: “Xwîn xwîna kê be, em dê xemgîn bibin. Divê çek di destê tu kesî de tune be. Divê bawerî bi rêbazên xebatê yên dewletê hebin. Di vê mijarê de gelek hewldan çêbûn, lê hatin sabotekirin.”