Serokomarê tirk Abdullah Gul der barê komkujiya Otela Madimakê de Lijneya Kontrolê ya Dewletê (DDK) xist nava tevgerê.
Ev biryara Gul balkêş e ku li ser daxwaza heyeta Sêwasê ya ku Gul li Qesra Çankaya qebûl kiribû, pêk hat.
Heyeta ku nûnerên saziyên sivîl jî di navde bû di 14’ê mijdarê de ji aliyê Gul ve hatibûn qebûlkirin. Heyetê daxwaz kiribû ku DDK ya k udi bin emrê Gul de heye der barê bûyera Sêwasê de lêpirsînan bide destpêkirin.
Gul ragihand di warê qanûnî de ger DDK bikeve qada peywirê dê vê pêngavê bavêje û biryara xwe ya derbarê vê de roja pêncşemê da.
Li Serokomartiyê derbarê vê de daxuyanî hat dayîn: “Wek tê zanîn li Sêwazê di navbera 01-02’ê tîrmeha 1993’an de bûyer pêk hatibûn û 37 kesî jiyana xwe ji dest da bû û hêj bandora wê didome. Aliyên mudaxîlê bûyera Madimakê bûne; bi wan re ji ber encamên ku pêk hatin fikar û ne zelaliyeke kûr heye.
114 saziyên civaka sivîl ku li Sêwasê faliyetan dimeşîne çûnde serdana birêz Serokomarê me û di dema serdanê de bûyera ku mijara gorinê ney anîne ziman û daxwaz kirine ku bûyer dîsa bê lêpirsÎnin.
Birêz Serokomarê me ji bo ev bûyer bê lêkonkirin Lijneya Dewletê ya Kontrolê kiriye dewrê.”
HIKÛMET, DARAZ Û ÇAPEMENÎ DIXWAZE BÊ JIBÎRKIRIN
Rayedarên hikûmeta tirk heta îro di mijara Sêwasê de hewl dide her tiştî veşêre. Daraza alîgir ji bo serê komkujiyê bigire din ava hewldaneke mezin de ye. herî dawî di meha îlonê de serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji ber dema demboriyê biryara xistina dozê da.