Grevên li Kopenhagen û Stûttgartê dewam dikin

Grevên birçîbûnê yên li paytexta Danîmarka Kopenhagen û bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, ku li dijî tecrîdê dest pê kirine, di roja 6'an de ne.

Kurdistaniyan hefteya derbasbûyî li paytexta Danîmarka Kopenhagenê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Grev kete roja xwe ya 6'an.

Kurdistaniyên ku li navenda bajêr kon vedane, heta saet 18'an belavokan belav dikin û hewl didin ji gelê Danîmarkayê re qala tecrîda giran û êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bikin.

Çalakgerên greva birçîbûnê çalakiya xwe danê êvarê li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd didomînin.

Çalakgeran bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Danîmarkayê kirin ku li ber tecrîdê rabin.

STÛTTGART

Greva birçîbûnê ya li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê di roja 6'an de ye. Komek ji 10 kesan a ji bajarê Freîbûrg doh grev ji koma ji Heîlbronê dewr girt.

Greva birçîbûnê li Marstallstrasse ya Stûttgartê dewam dike.

Çalakî bi roj li navenda bajêr, êvarê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgrtê pêk tê.