Grevên birçîbûnê yên li Toronto û Grazê qediyan

Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarê Graz ê Awûstûryayê pêk dihatin, qediyan.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Toronto yê Kanadayê roja Yekşemê dest pê kiribû. Çalakî bi giranî bi beşdariya jinan pêk hat.

Çalakî doh êvarê qediya. Ji beşdarên grevê Olcay Aydogdû ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku ji bo dengê Leyla Guven ê li dijî tecrîdê bigihîne raya giştî ya cîhanê ew tevlî greva birçîbûnê bûye.

Ceyhan Yilmaz jî got, "Gelê Kurd ji bo karibe li ser xaka xwe bijî gelek berdêl dan. Hîn jî dide. Ev bêdengiya hikumetê ya li pêşberî çalakiyên demokratîk, wê bibe sedem ku qîrîna gelê Kurd mezintir bibe."

GRAZ

Greva birçîbûnê ya li bajarê Graz ê Awûstûryayê jî doh qediya. Rêxistinên Ciwanan ên Grazê serdana çalakgeran kirin û piştgirî dan wan.

Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Awûstûryayê Halîs Sever daxuyaniyek da û berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven silav kir.