Grevên birçîbûnê yên li Hewlêr-Mexmûrê didomin

Nasir Yagiz 93 roj, Fadîle Tok jî 33 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hewlêr û Mexmûrê di greva birçîbûnê de ne.

Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ji 21'ê Mijdara 2018'an ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Ji ber ku çalakî gihaştiye roja 93'an, rewşa tenduristiyê ya Yagiz her giran dibe.

Doktor dibêjin, êşa serî li Yagiz giran bûye, mehdê wî diêşe, herikîka xwîna wî lawaz bûye û gelek pirsgirêkên din ên giran lê der bûne. Yagiz jî diyar dike ku ew bi biryar e çalakiya xwe bidomîne û bang li her kesî dike ku tevlî têkoşînê bibin.

Cihekî din ku greva birçîbûnê tê kirin kampa Mexmûrê ye. Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok, ji 20'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Ji ber ku çalakiya wê gihaştiye roja 33'an pirsgirêkên serêşî, tansiyon û bêhalî lê der bûne.